bo kiçe tayp řaytereke

Li pirtûka:
Kazîwe
Berhema:
Şêrko Bêkes (1940-2013)
 1 Xulek  662 Dîtin
ey kiçî cwan!
çawim lêye:
řîze towî ḧerfî ser «çap»
lejêr lêdanî diłopî pencekanta
hêł, hêł ebin
be gułebeřojey řiste û
legeł hetawî nîgata
esûřênewe û egeřên.
ey kiçî cwan! minîş hatûm
miştê ḧerfî
nehate sałî şî’rî xom
bo hênawî
lay min neřwan
eydem be to
heta be nerme baranî
serî pencet
řû le tałe tîşkekanî herdû çawit
bibin be gułî şestipeř û
byanxeyte ser mêzeket!