le camxaneyekda

Li pirtûka:
Kazîwe
Berhema:
Şêrko Bêkes (1940-2013)
 1 Xulek  511 Dîtin
lenaw camxaney şarêkî «asyaCih»da
carêk, kitêbê hestaye
ser pê û řûy kirde gwêzanê
witî: êste to etwanî bimdiřênî
bełam ey çon dengim lenaw
gerûy qełemî dinyada
der’ehênî!
ey ewsa çon
emdiřênî?!.