xewnekanî «estê» gyantan bo nagêřmewe

Li pirtûka:
Min tînwêtîm be gir eşkê
Berhema:
Şêrko Bêkes (1940-2013)
 6 Xulek  657 Dîtin
sereta
le řojda bû
destibazîm legeł tîşka kird
ke şew dahat
pencekanim dagîrsan û
em şî’ranem bo «estê» gyan
leber danan:
1-nihênîy xewnekan
ew xewnaney to le serma eyanbînî:
bo beyanî ebne dirext û le kenar
şî’rêkî tazema eřwên.
îtir ewsa pencekanim
xoyan le lepî herdû dest ekenewe û
leser çiłokî temaşat enîşnewe.
ey «estê» gyan xewnekanit bo hîç kesê nagêřmewe
ew şewaney embizřikand
jûrekem piř bûn le tûtî
her çîm ewt ewan dway min
be denûk hełyan degirt û
řuyan ekirde berdemî «şêxałe» we.
ey estê gyan
xewnekanit bo hîç kesê nagêřmewe
le nihênîy xewnekanta min bałindey «baranbiře»m
ta betawtir bibarêyt û heta xuřtir dabkeyte
ser zemînî eşqî agirgirtûy serim
çaktir bałim pê egrît û, tîjtir çawim
pê ebřête kazîwey goy memkekanit
«baranbiře»m ḧezim wa le řehêłeye
řehêłe, dijî wenewzî kêłgekane û
řêge bo řeg şořbûnewe ekatewe
řehêłe, çingî çexmaxe û birûskeye
kawlaşekan řa’emałê û posteberî
namey hemû řûbarêke.
minî «ferx»y befir swarî zozan bim yan
«qeysKes»y dorge swarî ’ereb.
bo bêdengî? min pêm witî:
xewnekanit bo hîç kesê nagêřmewe
zimanî ew wişaneşim çizanduwe be pengirda
ke nihênîy hewrekanyan
le lay řeşeba edirkan.
xatûn estê, xatûnê gyan!
darbeřuwekan
hêşta le zigî kejda bûn
ḧezyan le befir û ba ekird.
befir û ba neyan’ezanî!
karêzekan hêşta le zigî tarîkî û
ẍeybida bûn
ḧezyan le tirîfey mang û hetaw ekird
ne tirîfe û ne heta û neyan’ezanî.
şimşał hêşta qamîşêkî
nêw qamîşełanî bê gerû bû wextê:
ḧezî le «ḧeyran»ê ekird
ḧeyran bo xoy ney’ezanî
minî «ferx»yiş lenaw zigî daykimda bûm
ḧezim le «estê» gyan dekird
estê bo xoy ney’ezanî!
«katê daykim řa’ekşa û bêdeng ebû
lenaw zigîda, min her bîrim
le estê xan ekirdewe
hedadanim pepûley naw
şûşebendêkî gîraw bû
tilim eda û ebû be gîngiłî daykim
min ew jane piçûke bûm, herçî janî
gewre gewrey estê xane:
le xomda cêm ekirdinewe û
estê xanîş, ney’ezanî».
2- nîza
le hêlaney kune şaxî swêskekana
zeřneqûtey hêlkeyekî hełnehatû
eyut:
«zirêbar» agay lê nîye û min diłdarîm
cige le xom, bêt û şû kat be kesî tir
peř û bałim lê nařwên û tûtřikekan
e’ałêne xewekanim
ke têm ałan şew kwêr ebim
eywitewe:
«zirêbar» agay lê nîye û
min lenaw eşqî berînya
ew mendîyem, herçî masîy binî heye
qûłayîy janekanî min exwênnewe.
herçî dirextî kenarî ser ew heye
le êstewe hełfiřînim, enûsnewe.
eywitewe:
her ewendey serim cûqa
nîza ebeme lay asman:
bawkim bimrê, daykim bimrê
ewsa îtir, egrîm, egrîm
zêy biçûk dê, bełam jîrim nakatewe.
zêy gewre dê, ewîş jîrim nakatewe.
coge, coge, estêrk, estêrk
gom be gom û řûbar, řûbar
emgeřênin.
kê bê jîrî bikatewe?
ke zirêbar le baweşî sewzî xoyda,
hełîgirtim
ke demim na be singyewe, bêdeng ebim
jîr debmewe, ewsa îtir
zirêbar her bo xom debê û
kes nayxiwazê!
ey herçî «şîrînKes» û «leylaKes» û
«culêtKes»ekanî dinyaye
(xatûn estê nazanê emin ḧezî lê dekem
mêrdî bika emin aware debim
bełam nîzaye dekem, ew şewe daykim bimrê
sibḧeynê babim bimrê
kes nebê bexêwim bika
îla xatûn estê nebê
ta neyełim kes bîxwazê)
ey estê gyan bo bêdengî?
carêkî tir xewnekanit nagêřmewe
bo bêdengî?
amoza gyan, de řamjene
gewałey hewrî naw lankey serî mandûy
min řajene!
de řamjene amoza gyan
de řamjene!
3- ewîn, ewîn
şew bû kirmêkî awrîşmîn
eyut:
xozgem waye: herçî pêy ewtirê dirext
xew giran bin
her tenya darhenar nebê
min natwanim çîtir lenaw qozaxemda
aram bigirim
dême derê û eçme pał «henar» xanewe
bałindekan nîzam bigirin:
xew bibarê.
ke xew barî
xoy le qozaxe derhêna
be çingekřê hełgeřa, her hełgeřa
çiqłekanî çewaşe kird
heta çuwe naw memkołey «henar»ewe
henar witî:
kirme geře ê wa hatî
çît le dest dê?
witî: boçî wa ezanî be kełegetî û berzîye!
witî: ey be çîye?
witî: be «ewîn»e ewîn!
witî: fiřêt deme xwarê!
witî: etewê beqed to kełeget bim?
witî: eger diro nakey, kwa?
witî: were, ewîn were
ewîn, ewîn
her ke kirmî awrîşmînî ’aşiq kişa
be çend qedêk ałaye bałay henar û
têşî peřan
ta sûreçnar baweşî pêda kird û
têr maçî kird
bo bêdengî? ey estê gyan,
bo bêdengî?
ew xewnaney to le serma, eyanbînî:
bo beyanî:
ebne dirext û le řoxî
şî’rêkî tazema eřwên
îtir ewsa pencekanim:
xoyan le lepî herdû dest ekenewe,
leser çiłokî temaşat enîşnewe
ey estê gyan xewnekanit nagêřmewe
bo bêdengî?
bo bêdengî?