dû goranîy tewawnekiraw

Li pirtûka:
Min tînwêtîm be gir eşkê
Berhema:
Şêrko Bêkes (1940-2013)
 1 Xulek  488 Dîtin
1
eşê gełay wişekanim, kał binewe
řengyan têk çê
zerd hełgeřên, yan bişwerên.
eşê liqî sewzî ber řeşebay şî’rekanim
be ser xema biçemnewe,
eşê bişkên
eşê bikirên:
be hewênî giřî zordar
eşê le kûrey mirdina
bibin be koterey azar
be qirçey êş
le kotayîşa, be çingê
le xołemêş
eşê, eşê
bełam ewey be řeşebay dûrge nakirê
ewey naşê:
řeg û řîşey bîrekanme
2
řenge cirîwey estêrey çawî lawîm
le çingî hewrî giryana
le limî tînûy asmana
bibê be tinokê azar, bitwêtewe
le bîrî şewî diłdarîm biçêtewe
řenge kejawey tirîfey
mangî zîwîn
bûkî dêrîn
leber şepolî gerdawa
çiray bînayîy bixinkê.
berew binî na’umêdîy hełxilîskê
řenge îtir, eşê îtir
carêkî tir
befrawî şax nexwatewe
derga le xeyałî wişey
nîweşewm nekatewe
eşê, eşê
bełam ewey ne be gerdaw
ne be hewrî řeşî dûrgey
byabanî kîne hestaw
ne be hezaran bêjnigî
tefrey desyaw
hergîz nakirê
ewey naşê:
tîşkî xorî řapeřînme