horeyek

Li pirtûka:
Min tînwêtîm be gir eşkê
Berhema:
Şêrko Bêkes (1940-2013)
 1 Xulek  522 Dîtin
«le nîweřoy dwênêşewa»
lew cêyeda ke mehabadCihy şehîdî lê hełxira.
ke «taranCih»y bê baranî xiste giryan.
leser ew - berde - danîştim,
ber le çawî min çawî ew
çirakanî ser sêdarey teř kirdibû.
ew pencerey yadgarem beramber bû:
lêwarî axî ekiroştim
ew kêłganem bedî ekird
ke bo genim, çîneyan lenaw kelawey
merga, ekird!
liqupopî dirextêkim be çaw ejmard,
hêşûy befrî leser serî bîrewerî řagirtibû
lirfey giřî wekû ała hełkirdibû.
lew cêyeda cûtyarê buwe hawřêm, bê zewî bû
horey dengî dîl kirawbû
biřyarman da leyek kata,
ew diruşmaney awejû
kirawnete ber zamekanî temenman, bîsûtênîn.
ew gilêney çawane bihênînewe
ke bo çawezar kirawin beser dergay
koşkî berza!
ew se’atane bişkênin,
yaxî nabin le meçekê, pêşkewtinyan pê ekujrê!
yaxî nabin le westanê, serbestîyan pê ekujrê!