bêkotayî

Li pirtûka:
Min tînwêtîm be gir eşkê
Berhema:
Şêrko Bêkes (1940-2013)
 1 Xulek  770 Dîtin
gwêm girt le şax
basî zeryay bo ekirdim.
zerya, pexşanî pêdeştî
xwêndewe bom.
siruşt, dastanî honrawey
ser şanoy ademîzadî pê nîşan dam!
katêkîş gwêm le zemîn girt:
basî «gerdûn»y bo kirdim!
nehênîyekan: řayanjenîm
wek minał xewyan lê xistim!
ey sinûrî bêkotayî
key etgemê?