maykovsikî

Li pirtûka:
Min tînwêtîm be gir eşkê
Berhema:
Şêrko Bêkes (1940-2013)
 1 Xulek  829 Dîtin
1
gwê girin lêm! dengim epirjênme çałî çawtanewe
momî çawtan, le dengima da’egîrsênim.
tarîkîtan, exomewe.
tenyayekim, şostey şeqamî nîweşew
le moskoCihda, derim ekat.
çeqbestintan, řawim enêt.
bêcêytan, dałdem edat.
tenyayekim, hemûtanim.
2
gwê girin lêm! gwê girtintan wek řeşeba hełm ekat.
gwê girtintan, řwanînêke û wişekanim bedîy ekat.
wişekanim, sermayane
sermayane û hełnalerzên.
- gwê girin lêm, her wek gwê le zerya egirin-
tenyayekim, şewekantan penceren bo şî’rekanim
eyankemewe û henasey
estêrekantan hełemjim.
tenyayekim, «parîsCih» le diłma win buwe
tenyayekim, hemûtanim.
3
temaşam ken, tewaw nabim:
ekułêm, hełmim
ke sardibûmewe, baranim
lebeynî hełm û barîna
ledayk bûn, şî’rekanim!
4
min emewê - meḧał - bigirim
derga leser – guman - daxem.
5
em careyan, geştêk ekem
tenyatan kat
legeł şewêka, koç ekem
xewtan lê xat.