min lêreda...

Li pirtûka:
Kejawey Giryan
Berhema:
Şêrko Bêkes (1940-2013)
 2 Xulek  817 Dîtin
1
pêyan witim: le goranîy honraweta
lenaw baxî gułî wişey geşaweta
hîçman nebîst. heta êsta
hîçman nedî
ne bo: bêşey çiřî «vêtnam», ke esûtê,
ke giř egrê bo azadî.
ne bo: qamçî, destî zułmî, pyawî sipî
ke piştî řeş eka be xwên!
ne bo: konẍo ke dasî destî, namerdîy
beharî sewz, lew naweda eka dirwên!.
***
min lêreda
her gułêkim, be xwênî xom, aw dabê
yan besteyek bo serbestî
bem kurdema hełdabê!
yan hełbestê bo jêrdestî
witbêtim, mijdey řûnakî tya bê.
bo gişt layek
çirawgêkin be tarîkî eden diř.
guł û besten bo gelanî řapeřîwî tir!
2
min lêreda le diłtengîy behara
le hawarî zamî qûłî azara
le firmêskî çawî daykî kurdana
le sirûdî kurdayetîy merdana
lenaw kiłpey şewsûtênî agira
le şeqamî çołuhołî naw şara
yan le deẍłî bomba kêłî cûtyara
le řuxsarî bizřikawî minała
yan le peřey hełqirçawî hewała
yan le xûdey asnînî serbaza
yan le mořey çawî dujmin beraza!
«gişt gelêkî serberdebaz ebînim
hemû dinyay azadîxwaz ebînim»