«bêkes»y zîndû

Li pirtûka:
Kejawey Giryan
Berhema:
Şêrko Bêkes (1940-2013)
 2 Xulek  874 Dîtin
wekû êsta
wekû emřoy tarîk û tał
pêş nozde sał,
firmêskî çawî wek pişkoy,
şarî hełebceCihy piř siza
be ser goney xema řija
wekû êsta
dest û pencey be agirî
hewałêkî cigerbiřî
tira, çiza.
bo maławayîy mamosta
hełebce wek zistan girya
wek daykî siksûtaw girya
giryan giryan,
«baxî mîr» û «gułan» giryan
bo mamosta.
wek qutabîy êmey minał
hewr girya, samał girya,
bo mamosta.
mat bû, zengî qutabxane
kip bû, dengî qutabxane.
zerd bû, řengî qutabxane.
wekû êsta
textey řeşî xwêndin girya
wişey geşî xwêndin girya
«zełim» girya, «hawar» girya.
baxî «’ebabeylê» girya
gyanî «eḧmed muxtar» girya.
***
řojî hejde
mangî dwanzey çil û heşte,
tof û baran
řehêłey xuřî bêwçan
firmêskî çawyan dirişte.
wek hełebce, wekû asman!
le hejdey mangî dwanzeda
le payîzî ew řojeda
le jûrêkî nawmał řûtey
kirê girtey
ser małana
le jûrêkî hejarîda,
mird «bêkesKes»y bîr dewłemend
mird «bêkes»y şeyday weten
westa ew diłey agirî
kurdiperwerî têber bûbû.
şika ew zimaney wêrdî
azadîy exwênd be kurdî.
nîşt ew çawey ke řûnakîy
xoşewîstîy, «eřişte ser»
peřey huner.
şil bû ew penceyey caran,
ke le çawî zor dujminî
wekû «edmons»y eçeqan.
şil bû ew meçek û destey,
ta řojê bû le zîndana
le zîndanî têkoşana
ełqey zincîrî epsan
textî dujminî elerzan.
***
samanî dway koçkirdinî
małî dinyay dway mirdinî
bo hetîw becêhêştinî,
ke ême bûyn
cizdanê bû
xałî û petî
gîrfanê bû
piř le qerzarî û negbetî!
***
bełam samanî baweřî
dway mirdinî
bo netewe cêhêştinî
ke êwe bûn.
ke êmeş bûyn,
dinyayeke: le nebezîn
jyanêke: bo azadî
le řapeřîn.
temenêke: bo em kurde,
piř le xebatî agirîn.
dîwanêke: piř beharî
şî’rî şîrîn.