nazk beden «şem»

Li pirtûka:
Dîwanî Welî Dêwane
Berhema:
Welî Dêwane (1826-1881)
 1 Xulek  673 Dîtin
nazk beden «şem», nazk beden «şemKes»
nazk lare û lenc, ẍemze û naz «şem»
nazk leb şehd, şeker řêz «şem»
nazk tebessum qend amêz «şem»
nazk gerden berz, bałay berz «şem»
nazk sîne saf sedef terz «şem»
nazk zułf dêz ’enberîn «şem»
nazk řîzey řaz şekerîn «şem»
nazk qews qaş qudretsaz «şem»
nazk bałasewł serferaz «şem»
nazk dindanan gewherdaney «şem»
nazk neqiş xał lûtewane «şem»
nazk dû bazu pence û dest «şem»
nazk enguştan ḧena best «şem»
nazk pêşanî piř ce bend «şem»
nazk şêwe şox şapesend «şem»
nazk zinc zeř zenexdan «şem»
nazk şamaran weban şan «şem»
nazk dû qendîl qoretmend «şem»
nazk nazkî kemerbend «şem»
yaşa her şem bo tewr şêweş bo
hezar perwane çun min lêweş bo
esîr we qendîl şay necefmał bo
bisozo bałaş ce zuban lał bo