şew bêdaranim

Li pirtûka:
Dîwanî Welî Dêwane
Berhema:
Welî Dêwane (1826-1881)
 1 Xulek  1372 Dîtin
şew bêdaranim, şew bêdaranim
řefîq nałey şew bêdaranim
cuẍd ca ne seng ser meẍaranim
ya hûkêş cewr řozgaranim
perwane peşêw siftey naranim
çun qeqnes zuẍał koy dendaranim
seyyad bê sûd ser dyaranim
simkoy lenc ’eşq naz tetaranim
gîrodey serçeng cefay xaranim
xar xem ne cerg xar xumaranim
padşay gişt pol hicran baranim
wêł wadî gird herdey haranim
herasan ne dîn dîdey yaranim
mecnûnKes beřgêł pay kosaranim
hîç kes nemenden ce ẍemxiwaranim
biperso hewał wêney caranim
dyar dyarenî meynet baranim
bizano we şîn ahir waranim
derdê min girten ẍemgusaranim
merhem cey wer qeys řozgaranim
cey derd sakin ser dyaranim
muntezir we lutif bînay karanim