gêřawyaneto le çakan pyawê

her cinsê legeł xoya yek ekewê
Li pirtûka:
Dîwanî Zarî
Berhema:
Zarî (1905-1982)
 3 Xulek  370 Dîtin
gêřawyaneto le çakan pyawê
ke desniwêj egrê le qerax awê
lew mewqî’eda mişkêkî hejar
le çing hełoyê ekewête xwar
bezeyî pyadê û eybate menził
xizmetî eka be gyan û bih dił
dermanî eka, dênyêtewe hoş
birînî azay ebêtewe xoş
řojê ew pyawe be diłêkî pak
epařêtewe le xuday bêbak
ełê ey xuday erz û asman
em canewere bike be însan
małim ke nîye le awayîda
ba řefîqim bê le tenyayîda
em tîrî du’ay ke le dem derçû
bû be kiçêkî taze pagirtû
be xoşewîstî way kird perwerde
gerdinî detut mînay bêgerde
zemanê pay na meqamî jinan
temenî hate wextî beşûdan
be zibanî xoş bo diłnewayî
witî ey deway derdî tenyayî
bo ḧîfzî şeřef ḧeya û abřû
wextî eweye ke bitdem be şû
be arezûy xot şû hełbijêre
çî le diłtaye lêm dameşêre
witî babe gyan şûyekim ewê
lew pałewantir kesê tir newê
witî ke waye ba bitdem be xor
mertebey berze û řoşnayî zor
řoyî tekî da be lay xorewe
be derûnêkî piř le şorewe
witî hatûm ey şay exteran
řoşnayî bexiş bezmî serweran
bem quwey nûre ke to mumtazî
kiçêkim heye lêmî bixiwazî
witî hewr le min pałewantire
bo řoşnayî min, her ew bergire
biço bo lay ew waz bêne le min
hîç keyfim nîye le řefîqî jin
řoyî bo lay hewr metłebî geyand
hewr tûře bû carêkî neřand
witî key emin hêzim tyaye
ew pałewane to êjî «ba»ye
nabînî ke ba zorim bo dênê?
lem herd bo ew herd çonim eřfênê
meger le lay ba bigey be awat
karit ser bigrê û bibê be zawat
bem arezuwe ke hat bo lay ba
ba witî ey pîr ey jîrî dana
min pałewan nîm, pałewan kêwe
behêz û meḧkem lecê nebzêwe
eweta min hem zerbey lê edem
sere mûyekim lê nekirduwe kem
biço bo lay ew, ta zuwe řake
xêşayetî to her bo ew çake
ke hat bo lay kêw bem xeyałewe
kêw hate cwaw be sed nałewe
witî ey pîrî bereket asar
ey qise řewan ey şîrîn guftar
bê lêm biřwane çen natewanim
bêjar bêjare ser ta damanim
eger bimbiwaye zorî şimşêrê
nemdehêşt wa mişk zorim bo bêrê
be des mişkewe ḧałim xirawe
cergî biřîwim le hezar lawe
ew pałewane ke to etewê
ebê ẍeyrî mişk kesê tir newê
paş derdî serî zor û bê şumar
ew pîre witî ey perwerdigar
bîkewe be xoy hetakû zuwe
ẍeyrî mişk nîye bo ew em şuwe
emeye berî em giftugoye
her cinsê mayl be cinsî xoye