mangayekî bû pyawêkî hejar

xeyanet meke ba duçarî zerer nebî
Li pirtûka:
Dîwanî Zarî
Berhema:
Zarî (1905-1982)
 1 Xulek  358 Dîtin
mangayekî bû pyawêkî hejar
eydoşî hemû řojê dû sê car
şîrekey legeł aw têkeł ekird
ca ewsa bo naw mişterî ebird
małî pêko na be şîrfiroşî
le zîndegîda kewtibuwe xoşî
bêxeber lewe xeyanetkarî
eyxate gêjî deryay nedarî
řojê hewrêkî řeş kewte hewa
be wêney pilûsk awî lê eřja
sara be carê bû be deryay aw
mangay şîrfiroş kewte ber lafaw
şepolî lafaw mangakey xinkan
bêbeş ma le mas, şam û berqilyan
mindałêkî bû hoşyar û jîr
witî babe gyan hîç mebe diłgîr
her ew awe bû têkeł şîrit kird
bû bem lafawe mangaketî bird
têfkirin eger hoştan le laye
xeyanet pîşe axrî waye