pyawê ’ebdêkî bird bîfroşê

Li pirtûka:
Dîwanî Zarî
Berhema:
Zarî (1905-1982)
 2 Xulek  304 Dîtin
pyawê ’ebdêkî bird bîfroşê
qîmetî biřya be çen qiroşê
pyan wit ’ebdit hîç ’eybî nîye?
bo eyfiroşî? ’îlletî çîye?
witî ẍeyr eme ke dû zibane
’eybê key nîye dûr le nuqsane
subiḧ û nîmeřo, ’esir û êware
pişûyê nada xerîkî kare
mişterî witî çiş dû zibane
eysênim bo kar çun be tekane
sendî pûłî da û birdyewe bo mał
le mi’amele diłxoş û xoşḧał
leber çaw aẍa xerîkî kar bû
gurc û behêz û be pelamar bû
řojê bo metbex awî ekêşa
henaseyekî serdî hełkêşa
lay aẍajnî witî nazanî
aẍam xerîke ke be penhanî
jinê bixiwazê wêney mangî şew
cya bikatewe le to cêgay xew
eger bom bênî dû tał le řîşî
nayełim qet’en, ser bigrê îşî
be ser mûyeda efsûn exwênim
fikirî jinhênan le diłî derdênim
xanim bem diro ke kirdî baweř
lay da le dosî poşay bergî şeř
çaweřê ke şûy xew bîbatewe
be têẍ le řîşî mû bikatewe
paş ewe dawî bo xanim nawe
řoyî tekî da be lay aẍawe
aẍa řûy têkird witî bo matî
xerîkî çî bûy bo direng hatî?
witî xerîkî karî mało bûm
xeberêkim bîst piř xeter û şûm
xanim nardûye ta kardê bikřê
lem şewaneda serî to bibřê
emşew be ’emden xew bixe lexot
bizane çilon hełmet dênê bot
xewt û eyřawnî le jêro be çaw
çaweřwan bû ta çon bê ḧesaw
çuwe jûr serî xanim be hêwaş
be desyewe bû kardêkî mûtaş
desî dirêj kird bo biřînî mû
kutupiř aẍa le xew řasew bû
bîrî le encam kar nekirdewe
ser jinî le ten cya kirdewe
lem karesate demî beyanî
kes û karî jin xeberyan zanî
hatin bo kabra bû be şeřê zil
tya şika xeylê serupaç û qul
qisey dû ziban eger bijnewn
legeł bedbextî destemil ewn