kerwêşk û kîseł cût û gayan kird

hoşyar be bira, girew danenî
Li pirtûka:
Dîwanî Zarî
Berhema:
Zarî (1905-1982)
 1 Xulek  474 Dîtin
kerwêşk û kîseł cût û gayan kird
ke xerman sûr bû em sewdayan kird
wityan ew dare wa lew ser kele
xewgay şwan û peçey mêgele
her kam le ême zû geyşte lay
xerman hî ew bê çi dan û çi kay
noşî gyanî bê zor be ḧełałî
bîdate derxiward mał û minałî
kîseł kewteřê řûy kirde ser kêw
çingî gîr ekird le berd le çêw
tilar ebowe, exza dûbare
ekewtewe řê bo lay ew dare
hîlak nedebû le çinge kiřê
ta ber le řefîq řêge bibřê
witî ḧeram bê lêm şam û nehar
pişûyê nedem ta degeme dar
kerwêşk witî min pêşî ekewm
hîlakim carê kemê exewm
birsî û tînûm nan û aw exom
ca ewsa be dway řefêqda eřom
weha meşẍûł bû be xwardin û xew
le bîrî nema mes’eley girew
yadî girewî ke hat be diłda
řwanî kih kîseł wa le menziłda
eyut û eykird be ser xoya xoł
girewî dana kerwêşkî kułoł
têkoşe wêney kîseł bo karit
ta wekû kerwêşk ẍem nebê barit