be qeder zeřřatî ab û xak û berd û gya

Li pirtûka:
Dîwanî Zarî
Berhema:
Zarî (1905-1982)
 12 Xulek  840 Dîtin
em hełbeste be weznî qesîdey burdye dyarî birayanî kurde, tika ekeyn be şewq û zewq bixiwênnewe û do’ayekî xêr bo minîş biken.
be qeder zeřřatî ab û xak û berd û gya
řeḧmet biřêje xuda ser xatemî enbya
her to qedîm û qedîr û bê zewałî xuda
bo toye ’îziz û beqa, bo toye ḧemd û sena
wek xot û xasanî xot daym sełewat eden
le ser řesûłê ke dînî meḧwî edyan eka
wek emrî bêřed û gewret, sadre bo «siluhErebî»
legeł selama leser ew xoşewîstî xuda
be sozî sîne, be dił be řoḧ epařênewe
be yek ziban û seda ’umûm ełên řebbena
be qedir zeřatî ab û xak û berd û gya
řeḧmet biřêje xuda ser xatemî enbya
her leḧze û her nefes le hewrî řeḧim û kerem
biřêje ser merqedî lafawî lutif û ’eta
lafawe řiḧmêkî wa ke da’îmî bê û ebed
wek zatî pakî eto daray dewam û beqa
têraw ke bew awe sewze řoḧî alî legeł
hemû musłimanekanî ometî ey xuda
bo dûrî kirdin le nar û çûne baẍî beheşt
ey nûrî heq riḧimةً lil’almînErebî toy çira
ey hełbijêryaw le xelq û gewre bo îns û cin
tu pêẍember bûy ke adem tînetî şêlra
delîlî řutbey biłîndî bêje «lulakErebî»e bes
burhanî payey řefî’î ayetî «ma tiẍîErebî»
’ersey zihûrî celalî toye feřşî zewî
çetrî wicûdî şerîfî toye her ḧew sema
le xelqida eweł û le ’îzzeta ewełî
le bî’seta axir û le axra pêşewa
le řojî zatî kerîmit enbya tîşkî
le nûrî řuxsarî pakit zeřřey «asfyaErebî»
le şewqî xurşîdî zatit kesbî enwar eken
her wek le xurşîd esêre enbya, ewlya
pêẍemberanê ke hatin ber le to yek be yek
mizgênî hawer bûn bo wicûdit ey mustefa
le’esrî xoya mesîḧ mujdey řesałetî toy
be ehlî dunya ke dawe ayet tesrîḧ eka
pêẍemberîy to be ehlî asman û zewî
le pêş zihûrî wicûdî adema nasra
ser’eskerêkin le towe şîsKes û noḧKes û xelîl
kelîm û dawid û mesîḧ û yusif û ermya
bêzar bû ew leḧze lew beheşte xoşe ke day
berqî cemałit le qelbî ademî mucteba
wa mestî şewqî cemałî to bû lew wexteda
le bîrî çû heřeşey ayey «wila tiqirbaErebî»
lomey cewazî nîye lew dare çeştî lewê
wa kewte beḧrî muḧîbbet sebir û hoşî nema
nazanê derdî muḧîbet her ke teşrîfî bê
pyawanî hoşyar û jîr hem kwêr û hem keř eka
çun şewqî to bû wesîley terkî ew bo beheşt
qibûłî tobey be to bû ey ḧebîbî xuda
le ’alemî řoḧda teyyî meqamit ke bû
wîstî xuda mertebey î’zazit ka aşkira
nûrit qerarî le piştî adema her ke girt
bo îḧtiřamî melayek emryan pê kira
bexoşî towe hemû sergermî tesbêḧî heq
be şewqî towe hemû meşẍûłî ḧemd û sena
řextî ke pêçawe adem lem sera fanîye
be şîsKes û îdrîsKes û noḧit pasewanî dira
me’mûrî arayşî meqamî meḧmûdî to
îdrîse lem řêgewe ew řef’etey pê dira
le ber zihûrî cemałî tu nebê nedehat
bo şêxî pêẍemberan «wazi’ bi’e’înnaErebî»
bedrî wicûdit ke nûrî hate burcî xelîl
be quwey ew nûre bû bitanî azer şika
bo îḧtiřamî eto bû řojî qurban ke hat
bo îsma’îlî zebîḧ le lay xudawe feda
le beḧrî sebirit ke day le cismî eyyûb nimê
ew hemû êş û birîney bû be ’eynî şefa
emrî nebuwetî toy be ehlî derya geyand
seferî beḧrî ke fermû yonsî îbnî meta
boye le pêşa mesîḧ bo asman çû eger
mujde le çûnî eto be asmanan bida
kemerî şewqî be yadit, ta suleyman nebest
nebû be hełgir bo feřş û textî badî seba
yek zeřře ḧusinit le şikłî yosfa xoy nwand
sûtanî eqłî ’efîfekanî saḧîb ḧeya
le mu’cîzey to ke çêwê kewte destî kelîm
sêḧrî hemû saḧîranî lûşî wek ejdeha
şagirdî daralşifay eto mîsalî mesîḧ
mirdûy řizawî hezaran sałe eḧya eka
le adem û şîsewe heta zebêḧî duwem
edebit çak û nesebit pak û ehlî ḧeya
toy hełbijêryaw le xêłe gewrekanî ’ereb
le nêw «kenane» û quřeyş û tayefey haşma
ewşew ke duřî wicûdit hate burcî řeḧem
be řûda kewtin bitan û abřûyan nema
ḧeywanî bestezmanî mekke hate ziban
wityan wa hate řeḧem emşew řesûłî xuda
wiḧûşî meşrîq be meẍrîb saknî beḧrekan
hemû be yektir mujdey zihûrî toyan eda
tengane ew sałe barî kird nê’met be ser
quřeyşda her wekû hewrî beharî řija
le kullî mangêda cař edra wa dê kesê
îmamî dinyaye hem çiraye hem řehnuma
ke day le heywanî kesra pertewî řojî řût
wa kewte lerze çwarde burcî pêko řûxa
le peyda bûnî beharî ’esrî to dem be dem
ecînne bangî ekird û kahîn cařî eda
bû be sehuł xane awirxanekanî qedîm
be yek dû qetre le hewrî heybetit ke řija
le şewî qedir û şewî berate zor gewretir
şewî weladetit ey cenabî «fexrulwera»
ew xoşewîsey ke bêşke řajênit bû melek
ew xoşewîsey ke bû be çetirit hewrî sya
ew xoşewîsey ke wiştir hate lat bo şikat
ew xoşewîsey ke çûyte «sidirة almintihîErebî»
ew xoşewîsey ke dar û berdit hate selam
ew xoşewîsey ke mangit bo be dûlet kira
ew xoşewîsey ke mekanit birde ’erşî ’ezîm
ew xoşewîsey ke emirit hate ser bo ẍeza
ew xoşewîsey ke cîninit hate la bo berat
ew xoşewîsey ke ahû pêy degirtî pena
ew xoşewîsey ke melayk sucdeber bûn hemû
le nûrî pakit le cibhey ḧezretî adema
ew xoşewîsey ke her kes kewte şonit be dił
necatî xoy da le mewcî beḧrî derd û beła
çen çawî êşa û derpeřîwit çakewe kird
çen paşkawî «qirîb almutitErebî» hawirde pa
ew xoşewîsey ke her azardarê penay
ehêna bo xizmetit be fewrî deydî şifa
çen derdedarit le êş û derdîser da necat
çen şêt û harit be saẍî kirdewe aşna
çen bê muradan le towe bûne xawen murad
çen tacî şahî le towe ser gedayan nira
meqsûdî ometî to be to debê cêbecê
minîş yekêkim lewan ey xoşewîsî xuda
le cewrî em ’esre wa penam hênawe ełêm
penam be, firyam kewe ẍeyrî to nîme pena
ey dił mexo ẍem umêdit ḧasłe çun řesûł
kanî ’etaye pena ber na’umêd çon eka
ey duřî adem sedefî meqsûdî e’la etoy
le xelqî dinya û em tertîbî erz û sema
beyanî exlaqî gewre û çakî ew nakirê
bem eqłe, bem fîkire bem ’îbarete nařesa
ewne ezanîn le neslî ademe û gewretir
lew zate ewladêkî weha nezawe û neza
bo bînşî çawî kwêrî ême des nakewê
çatir le xakî kołanî şarî to, tûtya
ey xozge ewnem ḧeyat ebû heta emsiwî
řuxsarî zerdim be xakî pakî asaneta
çî ewwełîn ḧazrî peymanî ’ebdayetî
ey ewwełîn natiq û bwêjî lefzî «belîErebî»
etoy ke awit be kurey narî kufra řijan
etoy hełt kird le řêgey dînda sed çira
etoy ke çawit dexewt û xatrî huşyar
etoy be tif, awî tałit kirde awî beqa
etoy ke eşyat edî le pişto wek berdemit
etoy be şew mîslî řoj teşxîsî şexist eda
etoy le exlafî pest û ’adetî bed berî
etoy ’ereqit ke bênî xoşî muşkî eda
etoy ke sêber nebû bo zatî muḧteřemit
etoy ke swênit le ser pêẍemberî bo xura
etoy ke bot kowe bû exlafekanî ’ezîm
etoy kiłêłî xezêney ’alemit pê dira
etoy ke lem ḧeremo řoyştî bo ew ḧerem
wek mangî çwarde şewî ke şewřewît pê kira
etoy swarî buřaq û şatirit «cibir’îlKes»
şewê ke çûy bo sema bo «sidirة almintihîErebî»
etoy ke bê piştîwan û komek û esłeḧe
î’lanî ḧerbit le geł tewawî ’alem eda
etoy ke pêşwazit hatin enbya ew şewe
etoy ke bûy be îmamî mescîdî ewlya
etoy ke keşfî beheşt û dozext kird tewaw
etoy ke be hoşyarî be çawî ser dît xuda
etoy ke bê kesbî dersî ’îlim û nûsînî xet
xetî betałit le herçî mezhebî lare da
etoy ke bot hat kelamî layezalî qedîm
etoy ke beydaxî ’îzizit ta ebed hełkiřa
nexwêndewar û ’ellame kê buwe ẍeyrî to
bê mamosa kê bû wek to bo edeb şareza
hate ziban fîl û sucdey bird û kirdî selam
le nûrî pakit le piştî cedî walatda
nîşanî ê’zazî to bû ebrehe û leşkirî
be berdî teyre ebabîl ew demey qiř kira
le esfehanCihewe bo medîneCih selmanî pak
be şewqî şem’î cemałî towe hate quba
şu’a’î tesdîqî emirit kewte naw her diłê
bê bak û xofe le zehrî qatłî ejdeha
her wek cenabî sidîqî muxlîsî heq perist
le řêy etoda ke gyan û małî kirde fîda
şewqê le řojî cemałit kewte mułkî ḧebeş
bew şewqe «necaşî» tacî ’îzzetî ser nira
daẍî ẍułamî cenabî toy bû boye belal
sewday bo diłberî le ḧureda beş kira
muhacranî seḧabey toye meqbûłî heq
ensarekanî medîney toye ehlî řeza
piłingekanî mesafî bedre bedrî umem
şêranî řojî şeřî ḧuneyne merdî xuda
mutî’ekanî cenabî toye ehlî necat
be feyzekanî etoye ehlî şefa
muḧîbbekanî terîqetî toye ehlî sirûr
ḧesûdekanî etoye xasir û řûsya
muẍrîzekanî etoye desteçîley seqer
bo dosekanî etoye qesrî daralbiqa
mekanî hemřahekanî toye baẍî beheşt
zîndanî bedxiwahekanî toye narî «lizîErebî»
çun ’aczin le beyanî wesfî yaranî to
zubanî lał û xeyałî naqîs û nařesa
be întîzarî qibûłî baregay řeḧmî heq
wa çake berzo bikeyn destî du’a û řica
yařebî bo xatrî zat û nawekanit hemû
hezar û yek ya zyatir, xot ezanî xuda
yarebî bo xatir em řesûłe gewre û hemû
pêẍemberanê ke to kirdûtinh řehnuma
yařebî bo xatir ehlî beyt û etba’î ew
çi dûr çi nezdîk çi xêşekanî teḧte’eba
bo xatir ew ayetane yek be yek cubre’îl
be emir û fermanî to hênaye ser mustefa
bo xatir ew deste pake nawit nawin melek
ke ẍeyrî ta’etî to nyane fîkir û hewa
bo xatir ewsafe pake gewrekanit hemû
em xwar û jûre bewan ke întîzamî dira
bo xatir ew ’almane wa be esłî ’emel
ẍeyrî řezay to nyane metłeb û «muşteha»
bo xatrî za’îranî małî to mangî ḧec
ke dên le qehirit be lutif û řeḧimit egirin pena
bo xatir eřwaḧî sałḧanî ta’et dirust
xisûs şehîdanî bedir û sayrî şuheda
bo xatrî sozî sîney sadqî bûbekirKes
ewweł museddîq be heqî serdefterî ewlya
bo xatrî ’edłî ew fařûqe ye’nî ’umerKes
em dînî îslame bew esasî muḧkem kira
koşa be mał û gyan le řêgekanî heqa
le wesfî zatî ewaye ayetî «waltiqîErebî»
çi ’umer? ew ’umere be arezûy ke hat
bo xizmetî pêẍember çen def’e emrî xuda
bo xatrî ew beḧrî ’îlim û ḧîlim û bexşayşe
yanîha ’usmanî «zî alnurînErebî» saḧîbî ḧeya
ew kanî weqir û wefa be neqid û cinsê ke bûy
bo yarî em dîne heqqey xiste řê yek sipa
bo xatrî ḧeyderî keřřař şêrî mesaf
’elî le şanî ewaye suretî «hil atîErebî»
ew şahsiware ke beḧrî ẍîretî hate coş
le xofî ew kewte lerze ehlî her ḧew qeła
bo xatir ew dû nemamî baẍî pêẍembere
ḧesen, ḧuseynî şehîdî me’rekey kerbela
bo xatrî baqî mujde pê dirawî beheşt
lew de ke mujdey beheştî xoşyan pê dira
«se’d û se’îd û telḧe, ebû’ubeyd û zubeyr»
«’ibdalirḧimin abin ’uf» hewrî cewr û sexa
bo xatrî xasekanî ehlî «sifihErebî» hemû
ehlî tewekkul û ehlî sebir û şukir û řeza
ebûhureyre, ebû zeř û usame û enes
selmanî «sihîbErebî» û belal û sayrî fuqeřa
bo xatrî çwar emîrî ḧerbî «mewْتەەErebî» legeł
hemû ’ebadîlekanî sadiq û bê řya
le herçî espabe bo dûrî le ta’etî to
le geł musłimanekan ḧîfzim ke ya řebbena
le mekirî şeytan û nefis û ẍefłet û diłřeqî
le feqir û ẍedir û xeyanet, kibir û kîne û hewa
dînî dirust û îmanî sabit û řahî řast
bibexşe pêman be řeḧimit ya «kisîr ali’taErebî»
«zarîNasnava edebî» ke kemtir kesêkî nakes û kecřewe
bîke be xatir ewane xoşt ewên ey xuda