bulbulî bê bał û peřim û pay gułzarim nîye
Li pirtûka:
Dîwanî Zarî
Berhema:
Zarî (1905-1982)
2 Xulek
684 Dîtin
bulbulî bê bał û peřim û pay gułzarim nîye
derdî dûrî kuştimî řêgay dîdarim nîye
ahî germî min ebê řojê bisûtênê qefes
çun nesîmî lutfî xatir perwerî yarim nîye
çare şûmî min be ḧeddêke le gułşenda lelay
guł ewende têdefkirim qedrî yek xarim nîye
bo wedes hênanî gencî arezû daym wekû
ba le gerdiş dam û çibkem qismetî marim nîye
destî kotahim eger naga be damanî murad
wa dyare koşşim mîzanî guftarim nîye
bo meqamî aşnayî bê beła řê key ebim?
çawî bîna û diłî bêdar û hoşyarim nîye
awênem xasyetî fewtawe ewney girte xo
gerdî nadanî ke řêgey derkî enwarim nîye
întizarî çûne řîzî pyawekanim bo bibê
min ke yek misqałe zeřře xûy eẍyarim nîye
şeřkerim şeř perwerim dûrim le adabî beşer
temmełim bo karî çak û ẍeyrî şeř karim nîye
zeřřeyê çarey řeşim têkeł be şew bêtu bibê
řoj ełê ta ḧeşir nobey nûrî řuxsarim nîye
mûy sipî bangim eka wa hat merg amade be
her demê ’uzwêkim emrêt û keçî ’arim nîye
baẍî teqwa lare dîwarî be řûxano nizîk
hîç bîrî tîreg û tegbîrî mî’marim nîye
serdemî hestan bo řojî ceza «zarîNasnava edebî» ełê
ẍeyrî řûzerdî xudawenda tikakarim nîye