dewr dewrî saqî û peymaneye

Li pirtûka:
Dîwanî Zarî
Berhema:
Zarî (1905-1982)
 1 Xulek  315 Dîtin
dewr dewrî saqî û peymaneye
cejnî dîdarî minî dêwaneye
dewrî saqî goşegîrî xaneqay
derpeřand û mestî em dewraneye
dił fiřê de bêre řîzî bêdłan
’eyşî bê ẍem xasey em mestaneye
neqşî berçawit timaşaga nebê
wextî seyrî em timaşaxaneye
yadî neqqaşe řefêqî řêge bo
çûne der lem deşte bê payaneye
xakî bedbextî be ser xoda eka
ew kesey sergermî em neqşaneye
ba serit neşkê meyê em řîzewe
to ke em derset lela efsaneye
bo le tarîkî hewa tirsim bibê?
yadî diłdarim şemî kaşaneye
pertewî řûy û diłî bêtaqetim
ew wekû şem em wekû perwaneye
îddî’a lem řêgeda bê sûde zor
berz, nizim û aşna bêganeye
řamebûre wa be tîjî tînuwem
çawî awim lew çemî ḧeywaneye
bêje ba pêwane bê lêwanekem
lêwî wişkim çawî lew lêwaneye
ta henasey axrî «zarîNasnava edebî» ełê
ser ne, řoḧim xakî ew kaşaneye