ezanî bo dił ałoz û şêwawe?

Li pirtûka:
Dîwanî Zarî
Berhema:
Zarî (1905-1982)
 2 Xulek  511 Dîtin
ezanî bo dił ałoz û şêwawe?
şewî zulfî beser řoja kişawe
lexo bo berneda perwane awir!
cemałî şem ke emşew bê ḧesawe
ḧerîf emřo diłî zîndûm be ferdê
weha kirdim ẍemî mergim nemawe
meger ew ferde awî zîndegî bû
ke teb’î wişkî êmey pê jyawe
be çawî tîjî hoşt tê bifkire
le ḧusnî em su’ale û em cwawe
«witim maçê le xermanî gułî řût
witî biřwane kwa şeqłî şikawe»
xeyałim kewte ser honînewey duř
leser em wezne bem şêwe şyawe
dwê wêsabû lew ser awe detut
le ser awî beqa serwe řwawe
witim derdim be dîdarê dewa ke
witî bimre be derdî bêdewawe
witim bo sûre bergit wa be carê
witî xwêne be sermana řijawe
witim hatûme seyrî sîḧrî çawit
witî dûro kewe etxate çawe
witim ba bême sayey çetrî gêsût
witî hoşt bibê key çetre dawe
witim wa dême ber tawî hetawit
witî lawe esûtî bem hetawe
witim řêgem de bobaẍî gułanit
witî marî be dewra řakşawe
witim qûtê le yaqûtit witî qet
beşer lêwî le yaqûtim nedawe
witim ’etrê le mişkî gîswanit
witî ne, em xeyałe pûçe xawe
witim bînêrewe dił hate baẍit
witî řêgey necatî bestirawe
witim xwênim be naḧeq bo eřêjî?
witî awêke bo ’aşiq řijawe
witim «zarîNasnava edebî» hetakû key binałê?
witî herta le tenya řoḧ mawe