ke pîrî meyfiroş emřo camêkî ḧewałem kird

Li pirtûka:
Dîwanî Zarî
Berhema:
Zarî (1905-1982)
 1 Xulek  308 Dîtin
ke pîrî meyfiroş emřo camêkî ḧewałem kird
le bîrî birdimo ew mudde wa sed ah û nałem kird
egerçî badî sextî hîcret hat û bêxî hełkendim
be «ḧimd alilhErebî» le baẍî wesłida seyrî gułałem kird
diłim dwênê le hoşyarî ke lafî lê deda emřo
duçarî çawî mestî saqî û dewrî pyałem kird
gułî řuxsarî pîşanim ke da dwênê le gułzara
heta meẍrîb du’axwanî dewamî ew cemałem kird
witim pinhan ekem sozî derûn û derdî muştaqî
kitupiř ’îşqî to hat û qisey meşhûrî ’alem kird
ẍułamî ’îşq bêbake le meydanî qyametda
esîrî perçemit bim çake emřo em xeyałem kird
muqamim wa le keywan û felek, erzî guzergame
le řojêko ke min ’ebdayetî ew çawe kałem kird
be şîrînî wîsałî nazenîn bêjî bigem «zarîNasnava edebî»
’elacî êş û derdî dił ke bem dermane tałem kird