fesłî behar hatewe be sed hezar diłberî

Li pirtûka:
Dîwanî Zarî
Berhema:
Zarî (1905-1982)
 3 Xulek  675 Dîtin
fesłî behar hatewe be sed hezar diłberî
nesîmî subḧidem eda newîdî ẍunçe perwerî
le gułbinan mujde bê behar hat û bem zuwe
le gułistan řa’exa seba besatî ’ebqerî
be hatnî zemanî guł ’eceb cwane ber eken
çemen ’ebay exzer û lale kirasî eḧmerî
şetawekanî kwêstan çi diłguşa û diłberin
şîrîn û serd û piř sefa mîsalî awî kewserî
çi diłřubaye dayenî kej û kenarî baẍ û co
ḧeyat bexşî xatre şemîmî ’etrî ’ebherî
nezîrî selsebîle dê le kêwe berzekanewe
şetawekanî kwêstan duře ebête me’berî
kafûre dête ser zewî em befre qetre qetre wa
ebête awî řoşin û şefaf û saf û gewherî
feřux fezayî nazran le seḧnî pakî gułşena
ẍunçe be naz û ’îşwe û semen be zîb û zîwerî
le gułistanda seba ke camî bade xul eda
şikofekan fiř eden le ser kiławî exzerî
be naz û diłberî semen ke dête dayenî çemen
aramî bulbulan eba be gîswanî ’enberî
le nergist heye xeber be çawî piř xumarewe
legeł wenewşe destemil leser besatî mexmerî
şazadekanî şaxî guł be şêweyêkî diłguşa
qebayî sendusî be ber be ferq û tacî sencerî
le nazî sosenî kenarî coge têbfikire to
derûn řûn ekatewe be řûy şem’î xawerî
nemamekanî gułşenî be ba ke dête hatuço
be ’îşwe fikir û hoş eben wekû butanî xullerî
be emrî kirdigar eken le lalezarekanda
hewa guław paşî û nesîm ’etir perwerî
demî seḧergehî be ba ke ẍunçe dem ekatewe
kenarî baẍ piř ebê le diłberanî azerî
zubanî ḧałî lale şerḧ eda terîqî me’rîfet
bo saḧîbanî dił wekû meqalekanî ḧeyderî
peřendey deştî gułistan le sêberî sinewbera
têkeł be yektirî ebin niqûşî xor û sêberî
şîrînî mułkî ermene be řeng û şêwe nesteren
yosfî mîsrî gułşene seru be ḧusnî peykerî
le bezmî newbeharda gułbun be sun’î îzedî
ke sewze kewş ekate pa şikofe tace bo serî
le burcî ab nîlûfer be sed xeram û nazewe
tilû’î kird herwekû tilû’ ekat muşterî
hewa demax piř eka le boy nafey xeta
hezar te’in eda çemen le ’etrî muşkî ezferî
ke meqsûratî «fî alxyamErebî» dêne der le xeymewe
legeł beheşt lê eda behar lafî hemserî
be sebzezarda seba eger ’ibûr eka gya
zikirî qyam eken hemû wekû murîdî qadrî
le lutfî sen’etî xuda nezer ke to le řîşeyê
dirus ekat guł legeł hezar xarî neşterî
bê kargah û ałet û pergar û zeḧmetî wesa
neqqaşî qudretî eka le ser gezîze zergerî
em sewz bûnewey gya le fesłî newbehareda
nimûneyêkî wazîḧe le ser qyamî meḧşerî
ře’d nezîrî nefxeyî qyamî xełqe, sewze wa
le jêr xak dêne der be emrî pakî dawerî
em întizame řêke lem zemîn û asmane bû
wicûdî zatî îzedî beşer ekat řehberî
be kibrya û ’îzzet û beqa û feził muttesîf
le bab û dak û řołe û şerîk û mîsil û jin berî
beharî ’umir «zaryaNasnava edebî» zisanî hate pêşewe
were beharî tobe ger se’îd û pak gewherî