xew bese heste nek serit danî
Li pirtûka:
Dîwanî Zarî
Berhema:
Zarî (1905-1982)
4 Xulek
566 Dîtin
xew bese heste nek serit danî
cê nemênî xerîkî cê manî
karwan barî kird zû ke eger
talbî suḧbetî řefîqanî
řoj lay da le xetî îstîwa
to le cêda le pirxe lêdanî
çermî řuxsarî çirç û qametî kom
gwê keř û dîde kwêr û ten fanî
bînşî dîdeganî bîna lêł
bû wekû seyl her le tuẍyanî
serwî qed wişk û bê geła, kirmoł
lar û xware xerîkî řûxanî
cesedî meḧkemî wekû połat
befrî hawîne, řû le nuqsanî
newbeharêkî zerd û bê řewneq
paymałî hucûmî zistanî
sałî to kewte jûr pencawe
hêşta her sefîh û nadanî
ey be sûřet beşer be sîret dêw!
bes nîye kar û barî şeytanî?
be ’umir hemdemî kuhensałan
be ’emel hemserî minałanî
quř beser, neqdî ’umir dwayî hat
dernehatî le pêsî ḧeywanî
be nefes mawe wextî koçandin
be hewes şahî newcewananî
be ser û kelle řostemî destanKes
be qed û şêwe xanî xananî
be zekawet nezîrî îflatûnKes
be tebabet řefîqî luqmanî
çî le dersî xuda şinasîda
«aḧimq alḧimqaErebî»y dewranî
be xudat jêr xake menziłgat
ger sikender eger suleymanî
hemdemêkit nîye be ẍeyrî ’emel
çake ke çake! ta kû etwanî
padşakanî ’adił û załim
pêşdadî kyan û sasanî
şeřkeranî dilêr û xawen gurz
şaswaranî ’ehdî eşkanî
ew wezîrane wa be nûrî hoş
def’î sed derd eken be asanî
ew bizanane wa be yarî fikir
em hemû îxtira’eyan twanî
çakekanî xuday «’izucilErebî»
enbyakan û ewlyakanî
hatin û yek be yek hemû mirdin
to be ummêdî ta ebed manî?
bê xeber lem ’ecîbe têfkire
ḧemeley ’erş ḧeyî subḧanî
çar şexsin welê be tenha to
hełgirî ’erşî řebbî řeḧmanî
yek be çarin bira legeł mułka
ehlî îman! ger ehlî îmanî
em hemû îḧtiřam û îkřame
ḧeq be însanî kirduwe erzanî
ḧeyfe bem core wêł û ẍafił bûn
le îta’et be emir û fermanî
zerere, ḧesrete leřê ladan
abřû çûne, çûne ’isyanî
pêçewane meřo be řêgada
řû le qehrî û pişt le řîzwanî
wacbit terkî wacbe û sunnet
bê edeb wa ebê musłimanî?
ey dexîlit ebim heta mawe
firsetî tobe û peşîmanî
bêrewe ser şeqamî ḧeqnasî
ber lewe merg bê be mîwanî
bo teřeḧḧum be ḧałî xo nakey
be temay xêrî qewm û xwêşanî
her qedir çakeyê ke to kirdit
le berî qewmekanî qebranî
her ewendeş be dûy toda dê
sedeqe û nwêj û xetim û qurbanî
karî xot xot bîke ger merdî
xot ẍemî xot bixo ger însanî
def’î yek zeřře gunahî to warîs
naken ew dem xerîkî gyandanî
cê emênê ewî hete îlla
kifin û yek dû tarî řêsmanî
dên legełta hetakû ser qebran
etxene jêr xakî zułmanî
dên û yek dû řoj bê deng û mat
dadenîşin be fatîḧa xwanî
paş ewe beş eken û eřfênin
mułk û małit hemû be tałanî
hemserit hemserînî eẍyare
menziłit řû ekate wêranî
řołekanit zelîl û gerdin keç
bê mixarc duçarî ’uryanî
paruwêkit le řencî xo nexward
nokerî bê beratî xizmanî
ẍeyrî ta’et hemû umûratit
esefe û ḧesrete û peşîmanî
bê ’emel, bê îta’e, bê teqwa
ẍûlî petyarey byabanî
le ’îbadat û wefa û řasî
’aciz û nařeḧet û herasanî
bo diro û dûzbanî û buhtan
çust û çalak wek merdî meydanî
kake wa bûy be şahî beḧir û beř
xawenî xatemî suleymanî
’aqîbet mirdine dwayî dê
mensebî asefî û hamanî
ta ẍemî nan û berg û awit bê
’ebdî nanî ne ’ebdî mennanî
ger binîşê le mêzerit gerdê
ya le kot û kewa û soranî
ta be sabûn û awî germ eyşoy
ebye cêgay sed perêşanî
leḧzeyê ger bikey hezar xeta
xeterêkit nye le payanî
ke be dû kêç û mêş û mêşûle
zîndeganî ebête zîndanî
guzeranit çon ebê wextê
tu’mey kirim û marî qebranî
şerbetit kîm û zûx û xwênawe
doşek awir, lîbas qetranî
besye «zarîNasnava edebî» qise, ’emel bêne
key be gufte? be kirde însanî