ya «arḧim alraḧmîn» biřêje řeḧmet be ser

Li pirtûka:
Dîwanî Zarî
Berhema:
Zarî (1905-1982)
 7 Xulek  471 Dîtin
ya «arḧim alraḧmînErebî» biřêje řeḧmet be ser
«miḧimd alimistifîErebî» řesûłî cînin û beşer
ser baqî pêẍemeran û al û yaranî ew
her çaşt û her nîmeřo her ’esir û şam û seḧer
biřêje seryan le hewrî řeḧmetit dembedem
«silatîErebî» bê întiha, selamî le ḧed be der
ey talbî medḧî piř kemałî «xîr alirsulErebî»
ey ’aşiqî peřtewî cemałî «xîr albişirErebî»
gwê bigre ewsafî diłpezîrî ew serwere
řeḧmî xuda řahnuma, emanî řojî xeter
beḧrî sefa û wefa şefê’î řojî ceza
hem xatemî enbya hem kanî fetiḧ û zefer
le ẍerq û ḧerq û dimî neheng û dawî beła
necatî noḧ û xelîl û yons û bwalbişirErebî
kêwî wiqar û sebat û sebir û şukir û řeza
çeşmey ḧeya û sexa û ’îlim û fezil û huner
esłî wicûd û esasî zuhd û wer’ û kerem
erkanî sidiq û miruwet, ḧîlim û ḧezim û ḧezer
be hatnî zatî em ḧebîbe bo neşrî dîn
ne tenha řehbane, îbnî meryeme mujde der
le beḧrî ’îlmî ’ilûmî enbya qetreyê
em řoje řûne le řojî tel’etî yek şerer
fesîḧekanî zemane nutqyan bestira
le dercî fikirî ke duřî ḧîkmetî xiste der
enwarî ḧusnî řewîyey çakî wek aftab
girtî cinûb û şumał û xawer û baxter
řegî zibanî belîẍekanî yekser biřî
be têẍî buřřay delîl û şîrî aye û suwer
xurşîdî zatî le mekke ew demey wa hełat
şołey cemałî be carê ’alemî girte ber
bê bab û dak û mu’ellîm aşna bû be gişt
exlaqî pak û tereqqî bexşî new’î beşer
jya lewêda bê kesbî xet û dersî edeb
ta cubře’îlî emîn peyẍamî hawirde ser
ew bû be mayey hîdayet bo terîqî necat
ew bû payey se’adet bo ecnine û beşer
xulase ewladî adem, serwerî enbya
îmamî pêẍemberanî muřsel û mu’teber
lewê řewane kira bo ser ’ereb û ’ecem
yanî xełatî řefî’ey bê’setî kirde ber
destûrî dînî mubînî desbecê řageyand
be merdumanî le ḧeq û dînî ḧeq bê xeber
îslamî ensar lewêwe hełkira wek çira
lewê bû fermanî gewrey hîcretî hate ser
le mekke de’wet kira bo esqa bo munteha
le asman û le ’erş û kursî kirdî guzer
bo ew bû bê wasîte kelam û řu’yetî ḧeq
bo ew bû řutbey «dinîErebî», bo ew bû şeqqî qemer
wezîfey xasî ewe «fasdi’ bima tؤmirErebî»
adabî řasî ewe pesendî ehlî nezer
le sû’î řeftar û zułmî wicûdî qewmî quřeyş
diłî ke gerdî melal û mîḧnetî kewte ser
legeł řefêqî şefîqî ẍareda dûbedû
mîsalî xurşîd û mang řêgeyan girte ber
řûy kirde şarî medîne řeḧmetî dûsera
cê ma bo bedxiwahekanî zeḧmet û derdî ser
bo şadmanî neken bedir û beqî’ û quba?
bo negrî xakî ḧerem ke řoḧî eřwate der?
ḧesret bo kufarî na’umêde lem nî’mete
xoşî bo îslame lem beheşte bûn behrewer
kesê ke ahû û gurgî weḧşî û sûsmar
bêne ziban û biden be sîdqî de’way xeber
be yek îşare le řeg der bêt û bête ḧuzûr
řê bo selam û biçêto cêgekey xoy şecer
şifay zehir bê tifî, le beynî qamkyewe
ewnde aw hełqułê têr aw bê sedha nefer
le êş û janî fîraqî bête nałe û fuẍan
darêkî wişkî biřawî bê geław semer
ewey be ḧeqî nezanê û baweřî pêy nebê
mel’ûne, şeytane řûsyaye û ehlî seqer
be mişte xołê ke xistî řûbeřûy qewmî şûm
gişt kwêr û keř bûn zelîl û xwar, bê pa û ser
çi xofê řûy têdeka le ḧerbî e’da kesê
«walilh yi’simkErebî» bo ew bibête siper
melek supay bêt û destî nesrî ḧeq yawerî
«ruḧ alamînErebî»y řefêq û hemdem û hemsefer
nimûneyeke le xwanî lutfî, baẍî beheşt
le têẍî heybetî her ḧew dozexe yek şerer
xurşîdî burcî řesalet, şem’î cem’î řesûł
muxtar û mumtaz û «mistifîErebî» û wala guher
sułtanî miskîn newaz û şahî dîn aşna
feqîrî dara ẍułam û ’ebdî e’la qeder
le xofî têẍî le e’da řojî fetḧî mubîn
geyşte banî felek hawarî «ayn alimfirErebî»
bo bendegî em sułtanî dîne ehlî ḧerem
cwan û pîr û biçûk û gewre bestî kemer
bazařî lat û hubel kesas û bê mişterî
«minatErebî» û «’izîErebî» bî qedir û qîmet û quřbeser
řoj hat û şew wextî xwî pêçawe, řoy, nema
ḧeq hat û batił terîqî ’uzletî girte ber
be destî weḧdet şika be yekda cismî bitan
be nûrî îman biřa le bit perestî xeber
le gumřehî û le şîrk û zułim û cewr û ficûr
pako bû kołan û kûçe, řêge û řêguzer
minewwere ta ebed bem nûre «bît alḧiramErebî»
muzewwere, me’mûre, gyanî tazey hatewe ber
sefa û zemzem be sed sefa û sed zemzeme
be xakî pay wek meqam û multezem behrewer
mîzanî řeḧmet ewndey řeḧmî ḧeq lê řija
piř bû hemû ḧewş û mał û kûçe û deşt û der
bo pêşwaz û bo maçî gerdî řêt
eswed nizîk bû le dîwar derpeřê bête der
le tawî ew koçî êwe ey ḧebîbî xuda
dawênî mîna piře hêşta le xwênî ciger
çi xoşewîsêke wa ẍubarî ne’leynî ew
«kiḧil alciwahirErebî»e nûre, surmeye bo beser
du’ay deway şêt û har û êş û derd û beła
penay hejar û ẍerîbî bê kes û derbeder
enîsî damawekanî ’aciz û bê newa
celîsî sûtawekanî şewq û dił piř şerer
destigîr û umêdî ẍerqekanî beḧrî gunah
delîlî řêgey necatî ’asyan, le xeter
ey řeḧmet, ey sefwet, ey emanî ehlî xeta
ey nî’met, ey ’îsmet, ey «nuralihdîErebî» tacî ser
nîme penahê, umêdê, destigîrê beẍeyrî to
le ḧadîse û sû’î qeza û qeder
em ẍerqî beḧrî gunahî xecłet û ẍefłete
em gîrî dawî hewa em ḧeq nenase meger
noḧî şefa’et û lutif û řeḧmetî ’amî to
le gêjî gêjawî beḧrî cehlî bênête der
ya ḧey be ḧeqî kelamî pak û ayatî to
«turatNava taybet û ancîlNava taybet», «ziburNava taybet» «qur’anNava taybet» û cumley swer
be nûrî wechî kerîm û nawekanit hemû
be ’erş û kursî û lewḧ û şems û necim û qemer
be ḧeqî pêẍemberanî mursel û muḧterem
le xatemî enbya ta noḧ, ta bwalbişirErebî
be alî beyt û seḧabekanî pak û ẍeyûr
muḧîbî dîn û ’edûy kufir û teqwa syer
seranî esḧab, emîrekanî «awliwalirişdErebî»
bûbekirKes û ’usmanKes û ’elî murtezaKes û ’umerKes
be pîran û etba’î peyřewanî ewan
be ewlyakanî ehlî zuhd û wer’ û ḧezer
yařeb be ḧeqî ewaney wa witûme û ewî
meḧbûbî toye û lewane fikirî min bê xeber
bibûre lêman be řeḧmî bê jumarit xuda
bimanbe małî kerem, memanxe małî seqer
be ẍeyrî ’efut xuda nîmane řêgey necat
be ẍeyrî řeḧmetî to nîmane toşey sefer
«zarîNasnava edebî»m yařeb be zarî lêt epařêmewe
em ẍerqî beḧrî xeta bibexşe be pêẍember