serim bê şewqî to kêwêke piř xar

Li pirtûka:
Dîwanî Zarî
Berhema:
Zarî (1905-1982)
 3 Xulek  366 Dîtin
serim bê şewqî to kêwêke piř xar
diłim bê yadî to darêke bê bar
be ẍeyrî hemřehî yadî cemałit
ewî hemřahe ya dûpşike ya mar
epařêmo be dił ta ḧeq be řeḧmet
wedestim xatewe damanit emcar
beharî wesił eger teşrîfî hêna
min û seyrî wenewşe û baẍ û gułzar
çi gułzarê be xoşî cennetî ’edin
le gułpeř, pexşe têya awî enhar
terawet bexşî erwaḧe temaşay
heway dermane bo her êş û azar
çi nizhetgahe deştî meḧmû awa
ke sûřmawe serî lew, çerxî dewwar
be çawî xoy neydîwe be ’umrî
le ser’erza beheştê wa sefadar
meger em neqşe řizwan hat kêşay
ke nabînêt ’eybî hîç hoşyar
ziringitir baẍebananî zemane
bedîqqet ger temaşa ken ser û xwar
«mi’azalilhErebî» ke derkî zeřřeyê ’eyb
le coga ya le perjîn û le dîwar
werin gerdiş le baẍêkî wehada
şifaye bo diłî ẍemgîn û zexmar
îrem cê bêłe bê bo seyrî êre
le seyrî êredaye nûrî ebsar
ewî pîxoşe çaw û dił tyaye
hemû řeng û hemû bo û hemû dar
hemû şerbet hemû mîwe hemû guł
hemû tam û mezey bê êş û azar
heławesrawe wek ’îqdî sûreyya
be şaxî dareda hêşû berew xwar
be sûrî řûmetî cwanane sêwî
be girdî memkî meḧbûbane her nar
le şîrînî berî darî dił aray
mezaqî şekker û şîrîne piř jar
be desyanoye sed tesbêḧî hêşû
wekû sofî, sebiz poşanî gułzar
be xoşî coşî awazî peřindey
hemû gwêgir le mosîqawe bêzar
be qurbanî seday ew bulbulanem
le şewqî guł seḧerge dêne hawar
le şewqî guł egerçî baẍe cêyan
hemû şew ta seḧer bêdar û ẍembar
le nazî ẍunçe biřwane be şoxî
le ser gułbin kiławî dadenê lar
be ser pencey wefa badî seba la
eda perdey leser xurşîdî řuxsar
be řeng û ’etrî enwa’î gułałe
nimûney «cinit almawayeErebî» kuhsar
çi qudret em hemû řengey le bergî
guła řêjawe bê şagird û mî’mar
heway em deşte ’etir amêze dêjî
be sarada řijawe muşkî tatar
çiraxanî gułistanî beharan
çirayê řûne bu însanî hoşyar
kemê gwê bigre ta nałey «hwaliḧqErebî»
bibîse to le her ẍunçe le her xar
be çawî me’rîfet têfkire «zarîNasnava edebî»
serapa meş’elî enware eşcar