asman textî wekû bextim bibê zêr û zeber

Li pirtûka:
Dîwanî Zarî
Berhema:
Zarî (1905-1982)
 3 Xulek  377 Dîtin
asman textî wekû bextim bibê zêr û zeber
xoşyekî pê nedam îlla ẍem û xwênî ciger
dest berdarim nebû barî ẍemî xo binme koł
sengî barî zeḧmetî, dinyayekî hêname ser
ay bo yaranî ḧesret perwer û ẍem aşna
xatir azurde be nakamî le dinya çûne der
koçî hawmałan řûxanî binaẍey zîndegîm
řoyîn û layanewe bo kes nehato yek xeber
dîdenî yaranî řoyştû be diłma hat û çûm
dîm hemû xewtûn emma xewtûyekî quřbeser
bê serîn û doşek û bê lêfe û bê textixab
bê řefêq û hemser û tenha, ẍerîb û derbeder
hoşyar û bê seda xałî le ’erz û bê cwaz
sakin û bî cûłe, çaweřwanî î’lanî sefer
bê temaşa ke le toy xaka be toy leş xewtûn
sed hezaran nazk endamanî qamet neyşeker
yek nimûney tel’etî ew xewtiwanen bê guman
em hemû ẍunçe cwanane le xako dêne der
ew řefêqe dwê wekû bulbul be sed new’î dexwênd
êse mat û bê seda, bê nutqe wek nexşî ḧecer
her wekû aşê ke awî kewtibê bê cûłe man
řeng peřîw, e’za hemû bî zerbetî tîr û teber
gwê nebîs û çaw bê nûr û ziban bê hêz û lał
em hemû cîrane nezdîke le yektir bê xeber
aqłanî dehir lem gêjaweda serlêşewaw
hîç kesê neyzanî em řoḧe çilon eřwate der
hate axir ’umirim û fîkirî delîlêkim nekird
tazegî wa dête gwêm awazî «kelّەا la wezerErebî»
řozgar û ’umir bem core ke bê mîhir û wefan
bo be ẍefłet řay’ebwêrî beşer nî to meger
ẍafłî takey ke her řojê ebînî sed swar
bo wiłatî bê dengî lem şarewe eřwate der
beh çi mułkî bê şeř û şore lewa yeksane xełq
şah bê tac û geda bê bac û qazî bê nezer
’îlletî fewz û şeqa ẍeyrî ’emel çî dî nîye
bo beheşte řehnuma, çake û xirape bo seqer
toşeyê amade ke û amade be haka dira
agehî koçit be dîwara le her kûçe û guzer
bo le xew řanapeřî ey dił ke lerzey xiste erz
«aqtirabî sa’it û î’lamî wanişq alqimirErebî»
gyanî min meşẍûłî karê be berê ba, tembełî
ẍeyrî řûzerdî û serdaxsitûyî nada semer
baẍî teqwa awdêrî ke heta hêzit heye
řîşeyî ta’et be quwet ke û biřo bê derdî ser
bo ewey lew řeḧmete bê întîha bêbeş nebî
des be teqwa bigre ta lem ẍefłet awa eçîye der
hîç dest awêzê îlla řeḧmetî barî nîye
hîç destigîrê nîye îlla xuday dadger
«zaryaNasnava edebî» bê piştîwanî lutfî «rib al’almînErebî»
bo minî bê ta’et û namesya «ayn alimfirErebî»