ẍubarî xakî řêget tace bo ser
Li pirtûka:
Dîwanî Zarî
Berhema:
Zarî (1905-1982)
1 Xulek
680 Dîtin
ẍubarî xakî řêget tace bo ser
le sayey towe dił kanêke gewher
feqîrêkim penagirtû be zatit
le êstawe hetakû řojî meḧşer
ke nawit «riḧimةً lil’almînErebî»e
be qurbanit ekem gyan û dił û ser
demî bê nawî to cismêke bê řoḧ
diłî bê meylî to darêke bê ber
tikakar û tikagîrawî ḧeşrî
be to dirya wesîle û awî kewser
hemû pêẍemberanî gewre yek yek
le jêr beydaxî todaye seraser
şikofey baẍekanî cennetî ’edin
be xakî şarî to nabê beraber
be gerdî bexşişt nagen emîran
bibexşin ger wek ew kêwane gewher
le asaney celal û şewketit da
gedayê mil keçin xaqan û qeyser
gedakanî wiłatî êwe naden
feqîrî xo be sed tacî sikender
le to dawa eka «zarîNasnava edebî» muradî
ke her to şik eba bo řêge řehber