piř le ẍewẍa û seg weře ’alem

Li pirtûka:
Dîwanî Zarî
Berhema:
Zarî (1905-1982)
 1 Xulek  344 Dîtin
piř le ẍewẍa û seg weře ’alem
le hemû lawe ’ef’efe û ḧem ḧem
le hemû kûçe û guzergahê
bê ḧeya wêjîye û berełła dem
şewçerey xoşî ehlî em ’esre
ẍeybete û îftira, diroye û zem
ẍeybetî goşegîre pêxoryan
subiḧ û nahar û şam û her sê jem
ferqî însan çîye legeł segda
ger neka le kelakî bogen, řem
be xeyałî betał bo em û ew
ḧemle boçî eben wekû erqem
wa dyare ke xizmî dûpşikin
nêzey ew dumye, nêzey êwe dem
řoşnî aftaw gum nawê
be buxarî kesîf û hewr û tem
asman ba segîş pê bweřê
le meqamî biłindî nawê kem
«zaryaNasnava edebî» ẍeybetî musłimanan
qatłî řoḧ û dîne wêney sem