yařeb le hewrî řeḧmet biřêje wêney baran

her deqîqe, her zeman
Li pirtûka:
Dîwanî Zarî
Berhema:
Zarî (1905-1982)
 2 Xulek  530 Dîtin
yařeb le hewrî řeḧmet biřêje wêney baran
ser řoḧî pêẍember û al û tewawî yaran
be yarî nawî xuda exwênînewe be gyan
mewlûdnamey piř sefay newey «nizar» û ’ednan
berî du’ay îbrahîm mujdey mesîḧ û kelîm
řehnumayêke diłsoz, pêẍemberî îns û can
le zemanêko beşer řêyan gum kirdibû yekser
sucdeyan le berd ebird, le estêre û asman
’eqił weha şêwaw bû ḧeya şonî nemabû
be dewrî «bît alilhErebî»da egeřan řût û ’uryan
zîndebegoř ekira eẍłeb kiçî bê xeta
sedha řesmî nařewa bû be cuz’î mezhebyan
nemabû le dînî ḧeq hîç nîşan û asarê
her xwênřêjî bû ayîn, her ẍaret û her tałan
bo def’î em zułmate ke sermayey nehate
nesîmî lutfî xuda bizût û kewte cewlan
tilû’î da be řuxsar zatî seraser enwar
«miḧimd alimistifîErebî» xatemî pêẍemberan
wextê em řoje hełat řoşnî xiste wiłat
ḧeq hatewe cêgey xoy, naḧeq be carê fewtan
biřwane le adabî çen diłbere û dił awêz
her ’îffete û her ’îsmet, her nesrete û her êḧsan
her kereme û her lutfe her řasye û her ẍîret
her ḧemleye bo e’da, her de’wete bo îman
«zarîNasnava edebî» were ba bêjîn bo xatrî em zate
yařebî bimanbexşe ew şafî’ û tu řeḧman