meken řeşbełek, ey musłimanekan

Li pirtûka:
Dîwanî Zarî
Berhema:
Zarî (1905-1982)
 2 Xulek  425 Dîtin
meken řeşbełek, ey musłimanekan
me’ałêne yek xanim û xanekan
ciłewtan nekêşê hewa bo seqer
firîbtan neda nefis, dêwanekan
mekewne tełe û dawî mekirî hewes
meken peyřewî pîre nadanekan
be fitway kê řeşbełek bû ḧełał?
çi şer’êk ey xizim û bêganekan?
beme řazîye nêr û mê pêkewe
biken řeqis wek wirçî kwêstanekan
be têẍî cefada meden cergî xo
meken terkî ayînî řê zanekan
wekû weḧiş bo têkełî yek ebin?
çi řesmêke ey şêwe şeytanekan
jin û pyaw fiřden lîbasî ḧeya?
biřeqsên wek mestî meyxanekan?!
meger derbesî abřû nîn, eden
be des ẍeyrewe destî kabanekan
nełên kes be êmey newt wa ełêm
meken karî wa lar ḧeywanekan
des û pence û řûmet û çaw û lêw
be awir mesûtênin ey cwanekan
eme şêwey ademîyet nîye
řewîyey şeyatîne însanekan
neka xwa biřêjê be sertanda
ẍezeb mîslî fîr’ewn û hamanekan
ewa pêm witin keyfî xotane, ey
bira sim xiře pişt mil panekan
le «zarîNasnava edebî» hemûyan ’alimtirin
welê kwêre çawî hewesřanekan