ey saḧîbanî dîn, birayanî muslîmîn

Li pirtûka:
Dîwanî Zarî
Berhema:
Zarî (1905-1982)
 2 Xulek  548 Dîtin
ey saḧîbanî dîn, birayanî muslîmîn
wa mangî řojû hat berew pîrî ba biçîn
mêhmane, qedrî wacbe leser mukellîfan
be zîkir û fîkir û ta’etî mewlayî ’alemîn
mangî nizûlî řeḧmetî perwerdigarî ’aleme
mangî qibûłî ’uzir û tobeye bo cem’î ta’îbîn
em mange her ew mangeye kelamî xuda lewa
naził buwe ser ḧezretî serdarî muřselîn
em mange her ew mangeye ke ḧerbî bedir lewa
kira û bû bedrî minewwer hîlalî dîn
daray şewî qedre ke bałatre cezay
le yek hezar mang ’îbadatî ’abîdîn
firîştekanî asmanî ew şewe be îznî
xuday gewre le geł řoḧ dêne ser zemîn
meşẍûłî ta’et û ḧemd û senay zatî pak
xudan ta beyan legeł cem’î sałḧîn
hestin le xewî ẍefłet û bêdar bibnewe
bêno ke ’ebdî xuda bîn û ẍułamî hewa nebîn
em neqdî ’umre ḧeyfe ke bêhûde biguzerê
toşey necat wacbe emřoke hełgirîn
yadê le merg û qebir û su’alat û xofî řoj
ḧesab bo nekeyn meger ême namrîn?
bo řahî wa dirêj û pêç pêç û piř xeter
bê fikirî toşe qet nîye însanî dûrbîn
ta ’umir baqîye karê biken ke bê ’emeł
nedrawe be kes we’deyê bo cennetî berîn
keştî necat çakeye, nek kirdewey qebêḧ
řojî ’ubûrî xelq le deryay ateşîn
bêno biçîne dayrey em dîne ḧeqqe ba
ehlî beheşt bîn û ceḧîm û seqer neçîn
bem řêge řaseda xuda! be řehberî řesûł
bimanbe naw menziłî bê xofî «amnînErebî»
bo toye nwêj û ta’et û merg û ḧeyatman
«ayak ni’bidErebî» ya řebbî û «ayak nisti’înErebî»
bê ẍîretîye «zarîNasnava edebî» teneffur le dyanet
bo ême eger peyřewî dînî muḧemmeKesdîn