mayey ḧeyatî ademî her çake kirdine

Li pirtûka:
Dîwanî Zarî
Berhema:
Zarî (1905-1982)
 1 Xulek  704 Dîtin
mayey ḧeyatî ademî her çake kirdine
mirdin be karî çak birakem nemirdine
be karî çak beşer çatre le weḧşîyat
bê çake zîndegî be heder serf kirdine
jyanî xoş ezanî çîye ey xawenî jyan
le karî çak sistî û pişt hełnekirdine
serkewt le kara û geyştin be arezû
wabestey dawa le xudawend kirdine
řastî be kardêt, diro řûřeşî eda
xwarî, berî emrî ẍełetî nefis birdine
necat kake be zor û bezeř nîye feqet
le dawî mekirî dêw xo be ḧeq sipardine
em laryane le toda heye ey «zarîNasnava edebî» ’îlletî
dûrî le fîkir û pey be ḧeqîqet nebirdine