demêke hîcir hemdem û řefêq û hem qetarme

Li pirtûka:
Dîwanî Zarî
Berhema:
Zarî (1905-1982)
 1 Xulek  378 Dîtin
demêke hîcir hemdem û řefêq û hem qetarme
eger felek řêge bida wextî dîdarî yarme
xuda xudame zû biřo zisanî hîcir, arezûy
zihûrî dewłetî guł û heway newbeharme
diłim le řoynî fîraq eda newîd û newbetî
tilû’î řojî tel’etî dîdarî guł’uzarme
le jêr barî dûrya, şikawe pişt û gerdinim
hawar, yar bê xeber le wez’î ḧałî zarme
şewê dirêje em şewe xuda beser kesa neyê
duçarî kes newê lewa ewî ke min duçarme
ẍerîbî şarî ’îşqim û heway çawî kał û xał
quwey bedenme, qûtme, řefîq û ẍem gusarme
biřwane çawî diłberî be tîrî ẍemze let eka
hemû deqîqe sed keřet em diłe bê qerarme
lebeynî hewrî zułfewe ke sûçî zulfî der’exa
eba be yek keřet ewî qerar û îxtyarme
şerabî şewqî qametî ke řeşkî awî kewsere
deway êş û derdime, şifay jar marme
umêdî řoynî şewî serdî fîraq «zarîNasnava edebî
be ahî awrînim û be çawî eşkibarme