em qise xoşe pêkenîn hêne

Li pirtûka:
Dîwanî Zarî
Berhema:
Zarî (1905-1982)
 2 Xulek  426 Dîtin
em qise xoşe pêkenîn hêne
le minî herzego biselmêne
gûzî lotî le abřûy be’zê
be nirxtir gelê bisencêne
gûz eda lotî û esênê pûł
bang eka daye bigre û bêne
yek be ḧewte metay kûtałim
kemtirim nawê nirx meşkêne
were bazařî mêzer û ’aba
ehlî řîş û keşîde bidwêne
abřûyan ewnde herzane
timenê bew hezar bistêne
em xesîsane cîfe wer’egirin
le birî gewherêkî bê wêne
min ezanim ḧerame ẍeybetî kes
yanî şexsê ke şerit neşkêne
emma însanî nakes û dûřû
musteḧeqî hezarha cwêne
ḧeqme herçî ełêm û em witeme
ḧeq numaye mîsalî awêne
ḧezretî mustetabî mamosta!
be řya ’eybe xutbe mexwêne?
mes’eley pêşuwanî danaye
em qise diłbere sefahêne
to le îsłaḧda ke îksîrî
kirdewet bo teła biřûsqêne?
goştî bogen ’elacî be xwêye
xwêy bogen ’elacî fewtêne
sofî bê ḧał û bê peř û bałî
xo wekû ehlî ḧał menwêne
wey be ḧałî ewey ke bê ḧałe
bê nîgehban dête em şwêne
kirdewet abřûy dînî bird
be diro çaw kem biquncêne
bitperestî meke be mayey dîn
pêşewa kanî dîn mebuẍzêne
kake dêwane, nwêjekanit qeza
bikwe, pirç hełmesûřêne
mame derwêş berd û dar mexo
ger musułmanî feřz meçwêne
abřûy terîqetit be hera
bird û bê deng we, kem biqûlêne
têẍ le xodan û diřû hełlûşîn
abřû ber ne abřû sêne
wextî zîkirî kelîmey tewḧîd
edebit bêt hełmetîzêne
lebrî sebir û řeza teslîm
towî buẍiz û fesad meřwêne
abřû wa le wer’ û teqwada
lem duwe řût hełmeçerxêne
ḧacî aẍa! be fêł û swênî diro
małî bêçarekan meřfêne
hîç lew dadgaye natirsin
ḧeqî mezłûm le załim sêne
bang eken bêre pêşewe fermû
kirdewey xot gişt wexwêne
nek bixiwazî lewê be xak awat
xo le dawî gunah derbêne
«zaryaNasnava edebî» ger gerekte řaḧet bî
dêwî nefis û hewa bixinkêne