ey badî beyanî were samerdî xuda be

Li pirtûka:
Dîwanî Zarî
Berhema:
Zarî (1905-1982)
 2 Xulek  456 Dîtin
le biraderêkî xoşewîsî xom şêx miḧemmedKes nawim nûsîwe ke melay zenbîl bû û lewê jinî hênawe:
ey badî beyanî were samerdî xuda be
wek xizrî mubarek nefesê ’uqdeguşa be
em nameye bigre be edeb bîbere zenbîlCih
bo def’î ẍemî xatirim em def’e dewa be
bîstûme bira gewrekem êste be dił û gyan
meşẍûł be wesłî gułî yaqût niqabe
wextê ke degeyte ḧedî ew menziłe pake
xeylê be edeb daxłî ew ḧewş û sera be
werbigre îcaze le ẍułamanî ḧerîmî
ewsake biço jûrewe ya pencere labe
řaweste be te’zîm û biłê pê, le birî min
lem baẍî guł û nergise, meqsûd řewa be
herçî ke ełêm ’erzî ḧuzûrî bike yek yek
ey řoḧî řewanim toxuda qasîdî ça be
maçî bike ew deste cwaney be îradet
lew meclîseda zor be wîqar û beḧeya be
pî bêje mubarek bê wîsałî gułî ře’nat
her şad be wesił û le ẍemî hîcir cya be
řuxsarî nîgarit ke wekû baẍî beheşte
řizwanî ebed be, be ebed mestî leqa be
destê le mil, ew destî tirit xadmî bey bê
yanî le berî serwî qedî, kamřewa be
hełmet bere bo sîbî zinexdanî welê sûk
nazare, sefa perwere, toş ehlî wefa be
pey pey le lebî le’lî binoşe qedeḧî mey
xizrî dwemî saknî ser awî beqa be
hey hey neguşê destî xeyałit memkî nek
azarî biga têbge du qubbe ḧubabe
nameḧreme ayîne û nabê ke bibînê
řûyê ke le na’ehil sizawarî ḧîcabe
em kare ḧewałe be diłî muntezîrit ke
yanî be diłit gyane wekû ayîne wa be
şane bike ew perçemey emma be mujey xot
wek le’lî lebî hemdemî gêsûy sya be
çibkem nîye siřpoşê emîn bêt û be dîn bê
herxot were hem perde û hem xwace serabe
ayet ke dełê bergî yekin afret û pyaw
’eybî nîye bêjim ke lîbasêkî řesa be
çun bezmî guł û bulbul û hengameyî wesłe
«zarîNasnava edebî» were meşẍûł be řeqis û be sema be