le dûrî tel’etî ew yarmane

Li pirtûka:
Dîwanî Zarî
Berhema:
Zarî (1905-1982)
 1 Xulek  457 Dîtin
le dûrî tel’etî ew yarmane
min û ney ta seḧer hawarmane
meger her ney bizanê derdî dûrî
ke her ew hemdem û hemkarmane
le sozî ême şem’ agaye çun ew
be tenha meḧremî esrarmane
sipa salarekanî leşkirî ’îşq
pyadey sengerî peykarmane
wekû mensûr gustaxîm eger kird
serî zulfanî diłber, darmane
min û bulbul le şewqî guł hemîşe
çirîkey zikirî ya gułzarmane
le êşî derdî dûrî asman, bom
be taw egrî, zewî ẍembarmane
newîdit pê edem «zarîNasnava edebî» ke axir
kemanî ebroy, xûnxiwarmane