bo temaşa řake, bulbul ta zuwe

Li pirtûka:
Dîwanî Zarî
Berhema:
Zarî (1905-1982)
 1 Xulek  380 Dîtin
bo temaşa řake, bulbul ta zuwe
ḧezretî guł bo gułistan hatuwe
ẍunçeye mujdey nizîkî wesił eda
qametî serwe û henarî girtuwe
bêne seyrî lem şewî hîcraneda
řojî řuxsarî tilû’î kirduwe
diłřifênî gerdinî wek karebay
zayełe û şînî we ’alem xistuwe
germe bazařî mey û bezmî wîsał
naz û ’îşwey saqye û hatuçuwe
bo ebed manî dełê ’aşiq qisey
abřûy awî ḧeyatî birduwe
hoş û îdrakî be carê wa řifan
wa ezanim řoj û şew, zułf û řuwe
pêkenînî ’alemî dêwane kird
tîrî birjangî hezarî kuştuwe
karwanî dił ebê řûto kirê
perçemî řêgey necatî bestuwe
wa dyare giř le ’aşiq ber eda
şem’î řuxsarî ke dagirsanuwe
ba le sûtanim nekey ḧaşa ełêm
awrî toye le «zarîNasnava edebî» berbuwe