mangî řojû wa xerîke bar eka
Li pirtûka:
Dîwanî Zarî
Berhema:
Zarî (1905-1982)
2 Xulek
793 Dîtin
mangî řojû wa xerîke bar eka
daẍî hîcranî le cergim kar eka
bo cyayî lem zemanî ta’ete
řoḧî mu’mîn nałe û hawar eka
wa eřo ew mange lewda bo hemû
ehlî ta’et ’erş îstîẍfar eka
řojekanî yek bedûy yekda wekû
řojî ’alemtab xoy pêwar eka
ey esef bo ew şewaney wa bewan
ehlî îman kesbî sed enwar eka
daxim eřwa ew ḧekîmî qedre wa
zexmî curmî ehlî ’usyan çar eka
daxim eřwa ew şefî’ey wale lay
ḧezretî heq sułḧ bo eşrar eka
řoyî ew mange eger cennet lewa
xo muzeyyen bo «awliwalabsarErebî» eka
şahîdêkî ’adłe řojî ceza
medḧî ebrar û zemî fuccar eka
bedfeř ew şexse ke qedrî lê nena
yanî lewda karî nahemwar eka
mujde bo ew merde wa lem mangeda
’umrî serfî ta’et û ezkar eka
ba biłên xwaḧafîz ey mangî sefa
řoynit ehlî wefa ẍembar eka
ba biłên xwa ḧafîz ey mangî wefa
řoynit ehlî sefa zexmar eka
ba biłên xwa ḧafîz ey mangî du’a
řoynit barî ’îbadet lar eka
ba biłên xwa ḧafîz ey mangî munîr
řoynit nûrî besîret tar eka
ba biłên xwa ḧafîz ey mangî ’eta
řoynit destey geda bîmar eka
ba biłên xwa ḧafîz ey mangî kerem
řoynit kîsey derûn piř jar eka
ba biłên xwa ḧafîz ey mangî sebir
řoynit dił piř le bûtey xar eka
ba biłên xwa ḧafîz ey mangî sewab
řoynit em «zarîNasnava edebî» ye bêzar eka