xakî gunahim ewnde řija be ser sera

Li pirtûka:
Dîwanî Zarî
Berhema:
Zarî (1905-1982)
 2 Xulek  701 Dîtin
xakî gunahim ewnde řija be ser sera
keştîm gîre le ẍerqaye le gêjî sikendera
be kam çakewe bêjim xuda bibûre lêm
ẍerqim le nûkî pêmewe ta ser, le munkera
şeytan şermesare le etwarî bedfeřim
bednawim û řiswam le her cem’ û meḧzera
ẍeyrî zubanî xame emin nîme komekê
şerḧî xecałetîm binûsê le deftera
dîwan piř gunah, řûsyah û şermesar
’umirim biřawe le kirdarî abřû bera
ew çeşte ke ême leserî xo edeyn be kuşt
bên ba nîşantanî bidem bê qiře û hera
xorakekanmane hemû kewte mesteraḧ
poşakekanman diřa û kira be ber kera
yařeb be fezłî xot desim bigre ba neçê
yekbare abřûm le saray meḧşera
yarî eger neka lutfî bê nîhayetit
gîrim le dawî mekirî nefsî ḧîle perwera
yařeb le nûrî hîdayet, beşê kerem ke pêm
ta lem şeqameda biřom be şwênî peyemmera
koşiş betałe bê bere, tewfêqî to eger
yarî nekat û řehberî le her muqeddera
min nîme ya îlahî ẍeyrî ’efwî to umêd
çun nîme beqed zeřřeyê çake le deftera
wek xencere bo kuştinit her zeřře xîlafê
«zarîNasnava edebî» mede cergit bedemî tîjî xencera