şînname bo eḧmed ’ezîz aẍay mamim
Li pirtûka:
Berhemî Xawên
Berhema:
Elî Arif Axa (1910-1996)
1 Xulek
705 Dîtin
şînname bo eḧmed ’ezîz aẍay mamim ke lemêjûy 1968/11/4 koçî dwayîy kird.
ełên mamit mird çon bikem biřwa?
ełên koçî kird bo kam la eřwa?
ełên wa eyşon leser tateşor
lepaş dû se’at eyspêrin be goř
ełên: ew mame zana û zîreke
demî lêk nawe înkarî meke
ełên: ew mame nukteşîrîne
wazî hênawe lem dinyay jîne
ełên «eḧmedî ’ezîz» aẍaye
emřo lem çerxe wa bê’agaye
çûme pêşewe dîm mamî zanam
mirdûşor eyşiwa wek tîfłî nakam
dîm mamî cwan û baş û beřêzim
řaste mirduwe lêm biřa hêzim
dam beser xoma giryam ałanim
eşkî xwênawî kewte çawanim
le xak û xoła xom tilanewe
birînî kon û nwêm kulanewe
kesan le dewrimda kobûnewe
bo dinyay ẍem û hem eçûnewe