perwazî xeyał

Li pirtûka:
Berhemî Xawên
Berhema:
Elî Arif Axa (1910-1996)
 2 Xulek  736 Dîtin
kîje cwanekey nizîk cûlekan
şew teşrîfî hat bo małî xoman
witî: le destî daykim hełatûm
be yadim kirdî bo lay to hatûm
emzanî le mał ke tak û tenyay
bo hawdemêkî wek min be temay
ebme hawdemî xoşî şewgarit
emşew ta beyan ebim be yarit
sazî ke bezmî şerabî sade
xemit be maç û be bade ba de
noşî ke pyałey piřkameranî
gwê mede çûnî řojanî cwanî
le jîna hełt bu hełkewtuwe
le destî mede hetakû zuwe
emşew le baxî sîne û memî cwan
to baxewan be ta demew beyan
ebexşim be to gona û leş û lar
lenaw beheşta bibe be serkar
sîney zîwîn û memkî piřteqal
kułmî bilûr û lêwî cwan û ał
bebê pirs û bas espêrim be to
tako řoj hełdê le goşey aso
herçende zore temen û sałit
diłim esûtê beşêwey ḧałit
le diłî xomda peymanim dawe
le baxî cwanîm biçye sefawe
poşîbûy nîgar bergî gułnarî
suxmey sehołî ’eqdî mirwarî
kułmî wekû řoj edrewşayewe
lêwî wek xunçe egeşayewe
witim: ey yarî firîşteşêwe
zor minetbarim le lutfî êwe
êstake emin weha ezanim
lenaw beheşta ke baxewanim
legeł yek ḧorîy şîrîn be şadî
enoşim badey xoşî azadî
şarezay řêgey şadî jyanim
lem hest û neste zor baş ezanim
le xoşîda bûm heta řoj hełat
gyanim geyşte ewpeřî awat
bom bas nakirê çonim řabward
çon dêwî ẍemim be dozex sipard
firîştey şadî çon hawřazim bû
becêhênerî gişt nyazim bû
le hemû jînma her taqe şewê
estîrey tal’ wîstî derkewê
emeş pêy ełên perwazî xeyał
le asmanî bêhewrî betał..