diłim dête coş

Li pirtûka:
Berhemî Xawên
Berhema:
Elî Arif Axa (1910-1996)
 1 Xulek  455 Dîtin
ke to ebînim diłim dête coş
demar û xwênim ekewne xiroş
xerîkim bifiřim wekû fiřoke
biçme asmanî bêpayan û boş
nek min hemû kes lem serzemîne
be dîdenî to lay namênê hoş
le ke’bey ’eşqa hemû wêłî ton
hatuçoyane her wekû serxoş
çunke to maye û sayey ’aşiqî
bo małî dinya nîyane peroş
çiş ba biçêjim taławî dinya
xoşî û şîrînî her be to bê noş