zor pařamewe

Li pirtûka:
Berhemî Xawên
Berhema:
Elî Arif Axa (1910-1996)
 1 Xulek  560 Dîtin
le xway cwanî zor pařamewe
ke wa bimbexşê û bê be lamewe
gunahim heye beqed gełay dar
be qursîy gunah wa çemamewe
bîstî sikałam yezdanî cwanî
zor cwan diłxoşî diłî damewe
fermûy to madam zor peşîmanî
legeł toy hejar be yar mamewe
be toy ebexşim maçî kułim û lêw
çîme be taney pyawî xamewe?
witim: pêwîste min bitperistim
mirdibûm çunke wa jyamewe