negbetî...

Li pirtûka:
Berhemî Xawên
Berhema:
Elî Arif Axa (1910-1996)
 1 Xulek  586 Dîtin
negbetî êmey hejar bo xakî êranCih kêş eka
řojgar awêne xo muḧtacî xołemêş eka
pyaw ke lêy qewma pelamarî hemû layek eda
padşazade řewaney kawley derwêş eka
ser ke wa şêwa le herkes gêj û sewdaser ebê
her wekû şêtî hejar řeftarî paş û pêş eka
herçî marangesteye tirsê le diłya cêgre
diłbirîndarî ẍemîş hawarî jan û êş eka
xanedanî bê ser û saman ke hîç çarey nema
bo jyan ew saye yadî małî xizim û xwêş eka
ger hejarî bû be yarî herkesê naçar ebê
bê birincî dił beřence û arezûy biřwêş eka
çunke biřwa kem buwe řast û dirustî win buwe
her mirovêkit ke dî şêwey le xohełkêş eka