hatuço nakem

Li pirtûka:
Berhemî Xawên
Berhema:
Elî Arif Axa (1910-1996)
 1 Xulek  593 Dîtin
be řêgey xwar û çewta takû mawim hatuço nakem
eger bimirim lebirsa bo jyanî xom diro nakem
ke min hatim le taney fîtnekaran xom biparêzim
be bêdengî ejîm min basî ew ya basî to nakem
le destim ya zimanim hîç kesêk duçarî hîç nabêt
ke hêmin bim weha takû bimênim bawkeřo nakem
ewey bedkar û napake nizîkî nakewm hergîz
legeł pyawanî namerda siław ya giftugo nakem
ewendey dawye yezdan supasî bo ekem besme
lebo deskewtî zyatir bo çi kes kuřnoşî bo nakem