bêcge le qise

Li pirtûka:
Berhemî Xawên
Berhema:
Elî Arif Axa (1910-1996)
 1 Xulek  602 Dîtin
bêcge le qise, bêcge le diro
çîman le des hat pêm biłê û biřo
bêcge le haşe le xohełkêşan
çîm kirduwe min, çît kirduwe to?
çî bû berhemî hewł û koşşiman
bêcge le fîtne û kuştarî nawxo?
çîman pêk hêna lebo nîştiman
ẍeyrî wêranî û tałan û biřo
hoy çîye boçî ke wa ême wayn
bo gyanî yektir wa bûyne heło
legeł xirape û ajawe yarîn
şadîye laman nałey řołeřo
cinêw, îftira, zimanxirapî,
lenaw řoḧmana eken hatuço
boye leşkirî şûmî û hejarî
êmeyan dawe tewaw gemaro