newey diz

Li pirtûka:
Berhemî Xawên
Berhema:
Elî Arif Axa (1910-1996)
 1 Xulek  563 Dîtin
ewey diz bêt û ger diz bin
ḧeqî xoyane qey naka
weçey fasq ḧeyasiz bin
kesê lomey ewey naka
***
bełam pyawî wecaxzade
le řêgey çewtewe biřwa
şitêkî pest û berbade
lelay ’alem ebê řîswa
***
ewey fêrî xyanet bû
be mirdin wazî lê dênê
le řê çon la’eda bedxû
be çakeş xoy ke binwênê
***
mirovî řaberî ayîn
eger hat û le řê lada
ebê řakeyn û lêy dûr bîn
heta mawîn le dunyada