le gêjawî jyanda

Li pirtûka:
Çepkê Guɫ û Xunçe
Berhema:
Elî Arif Axa (1910-1996)
 1 Xulek  279 Dîtin
le katî tar û řûnakî beyanda
xerîk mabûm le gêjawî jyanda
le asoda ke derkewtî wekû řoj
diłim bo toperistin řoḧî han da
hemû kewtin be řûda pîr û lawan
le bazař û şeqam û ḧewş û banda
ke to peyda bî dinya wek behare
le gułzara le řojanî xezanda
gunahe cwanîy to teşbîhî bikirêt
legeł gułnar û erxewanda
lelay ême kesasî nerxî tonas
nîye ferqit legeł řoḧî řewanda
supasî gewre bo yezdanî mezin
be min řûy cwanî toy emřo nîşan da