le asmanda

Li pirtûka:
Çepkê Guɫ û Xunçe
Berhema:
Elî Arif Axa (1910-1996)
 1 Xulek  273 Dîtin
le asmanda estêrem nema
xinkam le deryay matem û ẍema
wişk bû gułî baẍî diłşadîm
dîwarî koşkî umêdim řima
leberçawî min tarîke dinya
tenrawe dewrim be hewr û tema
le azarî dił ke wa til edem
řenge wayzanin kewtûme sema
be şwên yarekey ke řencawe lêm
esûřêmewe be deşt û çema
bûme perwane le řûy çirada
etirsim bibme gemey sînema