yar hoşî lê biřîwim

Li pirtûka:
Çepkê Guɫ û Xunçe
Berhema:
Elî Arif Axa (1910-1996)
 1 Xulek  253 Dîtin
yar hoşî lê biřîwim
hest û diłî dizîwim
mat û debeng û pestim
ełêy řûtehetîwim
le boşayîy xeyała...
be çeşnî mel fiřîwim
wek şêtî gêj û bêfam
duşmin be zêř û zîwim
xencerî şûmî gerdûn
wa cerg û sîy cinîwim
dêwî besamî ecel
tengî pê hełçinîwim
le cengełî hejarî
wek darî tû çeqîwim
le dest twanc û tane
herasan û bezîwim
le lewḧekey jyana
yar nawekey siřîwim
wêney zerde le diłma
xefet xwênî mijîwim
be gerdelûlî befra
eřom gerçî tezîwim
nîme îrade û nîşan
kuřêkî řê nedîwim
kewtim serim nayewe
le darî jîn werîwim