diłî řencaw

Li pirtûka:
Çepkê Guɫ û Xunçe
Berhema:
Elî Arif Axa (1910-1996)
 1 Xulek  275 Dîtin
baxewanekey baxekey çwarbax
derga danexey memke diłbedax
çunke emewê biçim bo lay guł
hewałî diłmî lê bikem sorax
diłî řencawim dwênê pêy witim
ewa min eřom le dest to sed ax
ewa min wêłim le dûy dił û guł
ebiřim tełan û deşt û kêw û şax
naçarim penam hênaye ber to
çunke etbînim be zadey wecax
řêgam pê bide tikat lê ekem
bo dîdenî guł ba biçme naw bax
ke gułî şîrîn diłî damewe
zû dême derê naçim be qaçax